Arşîv

Kongreya 7‘emîn a Kongreya Star bi encamnameyê bi dawî bû

Kongreya 7‘emîn a Kongreya Star di roja duyemîn de bi xwendina encamnameya kongrê bi dawî bû.

Kongreya 7`emîn a Kongreya Star li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê duh bi dûrişmeyaʺBi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikinʺbi beşdarbûna 700 delegeyan li navenda Aram Tîgran dest pê kir.

Kongrê di roja duyemîn de bi xwendina encamanameya kongre bi dawî bû.

Encamname wiha ye;

“Kongreya 7`emîn a Kongreya Star li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê bi dûrişmeyaʺBi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikinʺbi beşdarbûna 700 delegeyan ji nûnerên rêxistinên jinan ên herêmên Bakurê Sûriyê, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Başûrê Krudistanê, Ewropa, YPJ û Asayîşa Jinê  li navenda Aram Tîgran pêk hat.

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ve hate kirin. Evînê bal kişand ser têkoşîna jinê  di pêvajoya şoreşê li Sûriyê de. Her wiha êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir.

Di kongrê de, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê rola jinê de û peyamên pîrozbahiya kongrê hatin xwendin. Her wiha rewşa siyasî, girêdayî wê rewşa jin hatin nirxandin.

Piştî nirxandina rewşa siyasî ya jinê, rewşa rêxistinî û gavên ku ji aliyê jinan ve hatine avêtin hatin nirxandin. Her wiha rêzikname hate nîqaşkirin û li gorî pêşniyaran jî guhertin tê de hatin kirin.

Di dawiya kongre biryaran hatin kirin ji wan, Rojeva yekemîn a xebata civakî, dîplomatîk, leşkerî û siyasî ew e ku pergala Îmraliyê ji holê were rakirin û ji bo azadiya Rêbertî rojev bêne diyarkirin û ji bo azadiya Rêber Apo radîkalkirina têkoşîna bîrdozî û civakîkirina têkoşînê.

Wekî din, 15 endamên Koordînasyona Kongreya Star li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin. Endamên nû sond xwarin ku ew ê xeta şehîdan û îdeolojiya azadiya jinê bişopînin, her wiha biryaraên kongrê yên avakirina civaka exlaq û polîtîk pêk bînin.

Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi taybet Şengal û Efrînê hatin şermezarkirin.

Piştî xwendina encamnameyê, jinan bi yek dengî dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî û bimre koletî” beriz kirin.

 

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27