Arşîv

‘Jinan bi rêya xwebirêxistinkirinê guhertineke bingehîn di şoreşê de pêk anî’

Hevseroka berê ya Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Asya Ebdullah diyar kir ku TEV-DEM ji dema hatiye damezirandin ve rê li pêşiya jinan vekir da ku bi rola xwe ya xwezayî di civakê de rabin û ber bi guhertina zîhniyeta baviksalar ve tê bikoşin. Her wiha piştrast kir ku jinan bi rêya xwebirêxistinkirinê di nava TEV-DEM’ê de karibû vê yekê pêk bîne û hemû rengên newekheviyê tune bike.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo sêyemîn kongreya  xwe li dar xist. Der barê rola jinan û destkeftiyên wan di nava TEV-DEM’ê de, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi hevseroka berê ya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Asya Ebdullah re pêk anî.

Asya Ebdullah di destpêka axaftina xwe de lidarxistina sêyemîn kongreya TEV-DEM’ê li giştî gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li jinan ku di hemû aliyan de pêşeng bûn, pîroz kir.

Asya Ebdullah der barê rola jinan di çalakiyên TEV-DEM’ê de ji dema hatiye damezirandin ve wiha got: “Armanca sereke ya TEV-DEM’ê birêxistinkirina gel û avakirina civakeke siyasî û exlaqî li ser bingehên wekhevî û edaletê û guhertina zîhniyeta baviksalar e. TEV-DEM’ê xebatên xwe ji malbatê dest pê kirin û derbasî birêxistinkirina civakê bû û hişt jin ji koletiyê rizgar bibin.”

Asya Ebdullah got  TEV-DEM’ê rê li pêşiya jinan vekir da ku têkoşîna xwe ber bi guhertina zîhniyeta baviksalar ve bide meşandin û piştrast kir ku jinan bi rêya xwebirêxistinkirinê û bi rêya îradeya xwe ya azad ev yek pêk anî.

Asya Ebdullah got ku bi saya îrade û têkoşînê jinan karibûn hebûna xwe pişrast bikin û guhertinên bingehîn di hundirê TEV-DEM’ê û civakê de pêk anîn. Jinan ji destpêka Şoreşa Rojava ve weke pêşeng cihê xwe di avakirina komîn û meclîsên gel de girt û wiha domand: “Êdî bandora jinan di nava TEV-DEM’ê de mezin e, nemaze ji ber ku xwe bi rêxistin kirin. Jinan di nava TEV-DEM’ê de her wiha Komîteya Jinan ava kir da ku kar û barên jinan bi rê ve bibin û hişmendiya jinan bi pêş bixin û girîngiya rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de pênase bikin.”

Der barê beşdarbûna jinan di sêyemîn kongreya TEV-DEM’ê de Asya Ebdullah got rêjeya beşdarbûna jinan di kongreya TEV-DEM’ê de gihaşt asteke layiqî civakê û ev yek piştî têkoşîneke demdirêj a di hundirê civaka mêrperest de pêk hat.

Hêjayî gotinê ye di dawiya kongreyê de Meclisa Rêveber a TEV-DEM’ê ji 64 endaman hate avakirin û ji van endaman 32 endamên jin in.

(ANHA)

Back to top button