Arşîv

Ji bo zarokan park hat vekirin

Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi dirûşmeya “Kenê zarokan rûkeniyajiyanê ye” parkeke taybet ji bo zarokan bi navê “Şehîdên 12‘ê Adarê” vekir.

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî merasîmê vekirina parkê bûn.

Di merasîmê de, Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Tirbespiyê Sûad El-Hisên axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku armanca vekirina parkê dilê zarokan xweş bikin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî jî axivîn û diyar kir ku bi xwîna şehîdan şênî di aramî û ewlehiyê den. Zekî, vekirina parkê li şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Bi navê Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokartîk (MSD) Nahiya Silêman jî axivî û destnîşan kir ku jin bi saya têkoşîna şehîdan û xwedîderketina li fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di her qadan gavên mezin avêtin û bûne pêşeng. Nahiya spasiya Buroya Jin a Şaredariyê kir ku ev park vekir.

Park ji aliyê dayika şehîd Simko û Gelhat ve hat vekirin.

Di dawiyê de xelekên govendan li ber stanan hatin gerandin.

 

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27