Arşîv

‘Kiryarên Tirkiyê yên derheqê jinan li dijî pîvan û nirxên mirovahiyê‘

Jinên herêma Cizîrê destdirêjiya li ser jinên Efrînê ji aliyê çete û leşkerên dewleta Tirk şermezar kirin û bang û li rêxistinên têkildarî kirin ku bêdeng nemînin û kiryarên Tirkiyê yên ne exlaqî teşhîr bikin.

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên derexlaqî yên li dijî sivîlên Efrînê didomîn. Ji bilî revandin û êşkencekirina sivîlan û xwestina fidiyê ji malatên wan û talankirina mal û milkên wan di demên dawî de revandin û destdirêjî û kuştina li ser jinan derket pêş.

Di 23‘ê Tebaxê de çeteyên koma Sutlan Murad a ser bi Tirkiyê ve, jina bi navê Eyşa Ebdulnasir a 20 a ji taxa Mehmûdiyê Zeydiyê tecawiz kirin, piştî ku 5 mîlyon ji malbata wê girtin ew berdan.

22‘ê Tebaxê jî dîmena Îsra Yûsif Xelîl a 19 sal ku serpêhatiya destdirêjiya li hemberî wê ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Emşa ve dibêje li ser tevna civakî hatibû weşandin.

Endama Meclisa Zagonsaz a kantona Cizîrê Hediya Elî binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk ên li ser jinan li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên revandin û êşkencekirin û destdirêjiya li ser jinan û xwestina fidiyê li dijî hemû nirx û pîvanên mirovahiyê ne.

Seroka Buroya Jin a Desteya Niştimanî ya Erebî Xensa El-Hemûd jî bi navê jinên Ereb ên herêma Cizîrê kiryarên çete û leşkerên Tirk ên li ser jinan şermezar kir û bang li hemû jinan kirin ku li hemberî dagirkeran yekitiya xwe xurt bikin, da ku di demeke herî nêzîk de Efrînê rizgar bikin.

Endama Dîwana Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Îlham Mitlî a ji pêkhateyê Suryan tundiya li ser jinan ji aliyê dagirkerên Efrînê ve şermezar kir û got armanca tundiyê şikandina îradeya jinê ye.

Îlham Mitlî bang li rêxistinên têkildarî mafê mirovan kir ku sînorekî ji binpêkirinên li ser jinan li Efrînê re deynin.

 

(ANHA)

Back to top button