Arşîv

Pêngava ‘Jin ji bo Efrînê serî hildin’ berdewam e

Pêngava ‘Jin ji bo Efrînê serî hildin’ ji aliyê Kongreya Star ve bi armanca destekayîn û piştgiriya şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya Efrînê neçar ji malên xwe derkevin hatiye destpêkirin. Di pêngava de gelek şandeyan ji welatên derve serdana herêmê kir û piştgiriya xwe bi pêngavê re nîşan dan.

Di 20’ê Çileyê de artêşa Tirk bi hemû cureyên çekên pêşketî êrîşî Efrînê kir. Şêniyên Efrînê li rex YPG/YPJ’ê li ber xwe da. Piştî berxwedana 58 rojan şênî neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn.

Kongreya Star di 2’yê Sibatê de pêngava ‘Jin ji bo Efrînê serî hildin’ ji bo destekdayîna derûnî ji jinên Efrînê re da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî pêk hatin. Kongreyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk daxuyanî da, bi gelek partî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan re civiya û her wiha di civînan de binpêkirinên dewleta Tirk der heqê şêniyan de û bi taybet jinan belge kirin.

Gelek şande ji dewletên derve wekî Belçîka, Almanya, Brîtanya, Swîsre, Fransa, Îtalya, Kanada û Lubnan serdana herêmê kir, piştgirî dan şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne. Her wiha şandeyan binpêkirinên dagirkeriya Tirk şermezar kir û tekez kir ku ji bo gihandina rewşê ji raya giştî re dê bixebitin.

Têkildarî vê mijarê ajansa me hevpeyvînek bi endama rêveber a Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Firyal Hesen re çêkir. Firyal destnîşan kir ku wan di Berxwedana Serdemê de, desteka derûnî û manewî ji şêniyên berxwedêr re pêşkêş kiriye.

Her wiha Firyal bal kişand ku şandeyan piştî ku ji nêz ve rewşa şêniyên Efrînê şopand,  binpêkirinên dagirkeriya Tirk der heqê şêniyên Efrînê de nepejirandin û wiha got: “Şandeyan piştî dîtina rewşa şêniyan soz da ku ji bo agahdarkirina raya giştî ser vê rewşê dê bixebitin.”

Di dawiyê de endama rêveber a Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Firyal Hesen tekez kir ku pêngava wan heta rizgarkirina Efrînê dê berdewam bike.

(ANHA)

Back to top button