Arşîv

KJK`ê Roja Aştiyê ya Cîhanê li jinan û kedkaran pîroz kir

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û li dijî êrîşên rejîma AKP’ê got, “Êdî pêwîstî bi têkoşîneke hîn radîkal heye.”

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi hêvî û biryardariya afirandina cîhaneke aştiyane û azad, li jinan, bindestan û kedkaran pîroz kir.

Di daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadî, demokrasî û azadiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku sedsala 21’ê veguheriye sedsala kaos û şerê giran û hate gotin, “Hêzên Modernîteya Kapîtalîst û polîtîkayên netewe dewletan ên li ser bingeha serwerî, mêtingerî û kaosê tên meşandin, Rojhilata Navîn kirine derya xwînê.”

Koordînasyonê diyar kir, pêkanînên zayendîperest û zordar ên zîhniyeta serdestiya mêr li hemû qadên jiyanê li ser bingeha dijberiya li civakîbûn, azadî, demokrasî, qirkirina jinê û talankirina xwezayê, rê li ber xisareke mezin vedikin.

Hate ragihandin ku bi polîtîkayên zayendîperestiyê, mêtingerî, talankirina mafên mirovan, şîdet û qirkirina jinê roj bi roj li ser erdnîgariya Rojhliata Navîn hîn bêhtir bi rêk û pêk dibin û weke pêleke stratejîk a êrîşê tê mezinkirin.

Koordînasyona KJK’ê got, “Li hemberî êrîşên qirkirina jinê û civakê ku weke şerê sêyemîn ê cîhanê zêde bûne, bi têkoşîna yekbûyî û rêxistinbûyî ya bindestan, em dikarin sedsala 21’ê bikin sedsala aştî, biratî, azadî, demokrasî û sedsala jinê.”

Koordînasyonê da xuyakirin ku navenda şerê sêyemîn ê cîhanê erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn e bal kişand ser êrîşên hovane yên artêşa TC ên li dijî Rojavayê Kurdistanê.

Koordînasyonê diyar kir, hêza herî girîng a ku li dijî şerê hegemonîk ê gefê li mirovahiyê dixwe li ber xwe dide, gel û jinên Kurdistanê ne û wiha dewam kir: “Sîstema civaka demokratîk û azad a ku bi berxwedana hevpar a gelan li Rojava hate avakirin, bûye tirsa dilê netewe dewletên li ser Kurdistanê serdest in. Hikumeta Erdogan-AKP polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan derbasî derveyî sînorên Tirkiyeyê kir û xaka Rojava-Sûriyeyê dagir kir. Weke ‘rejîma qirkirinê ya serdemê’ xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Ev êrîşên hovane îro li çar parçeyên Kurdistanê bi rêbaza şerê taybet dewam dikin.”

Daxuyaniya KJK’ê wiha dewam kir:

“Polîtîkaya desthilata faşîst a herî taloke û Tirkiyeyê ber bi şerê navxwe ve dibe polîtîkaya êrîşê ya tecrîda mitleq e ku li dijî Rêbertiya me dike. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ji Rêber Apo me ti agahî wernegirtiye. Divê hemû alîgirên aştiyê, tevgerên ekoljîk, derdorêj jinan û gel bi putepêdanî lê binerin bê ka bi pergala êşkenceyê ya Imraliyê, bi tecrîda mitleq tê xwestin ku çi were kirin. Bi pergala tecrîda mitleq, agahînestandina derbarê ewlehiya jiyanê ya Rêbertiya me, bi Tevgera me û gelê me re fikarên kûr çêdike.

Ji mêj ve ye li gel çalakiyên gelê me yê azadiyê jî, agahdarnebûna ji Rêber Apo, hevnedîtina parêzer û malbatan a bi Rêbertî re nîşan dide ku rewş çendî taloke ye. AKP divê agir tev nede. ‘Rêber Apo vîna bi milyonan e’. ‘Bi siberoja jinan dilîze’. Ev êrîşa taloke ya li ser Rêbertiya me û li ser Bakurê Kurdistanê û Rojava, encama wê ye ku AKP-MHP ya faşîst bi polîtîkayên dijminatiya jinê dixwaze desthilata xwe bidomîne, her wiha encama siyaseta îmha û înkarê ye.

Ev hemû êrîş konsepta êrîş ya nû ya komploya navdewletî ye. Gelê me û alîgirên azadî û demokrasiyê û hemû beşên civakî li dijî van êrîşan divê bi rengekî radîkaltir têbikoşin. Ji bo azadiya Rêber APO bandoreke mezin li aştiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn bike, divê jin, gelên me û dostê me li dora Rêber Apo bibin yek, em bang dikin, li her deverê çalakiyên wiha bikin ku pêngava azadiyê ya radîkal û domdar geştir bikin.

Di hedefa faşîzma Erdogan de hemû hêzên demokrasiyê, kedkar, jin û beşên civakê yên çewisandî hene. Erdogan û hikûeta AKP’ê li ser înkara Kurdan û dijberiya demokrasiyê hewl dide ku desthilatariya xwe bidomîne, li dijî van pêngavan gelê me û Tevgera Azadiyê li gel berdêlên giran bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe didomîne. Bêguman li dijî vê dîktatoriya faşîst gelên li Tirkiyê û hêzên demokasiyê divê bi gelê me û Tevgera me ya Azadiyê re têkoşîna hevpar geştir bike.

Ji bo ku şerê hêza hegemonîka netewdewletên herêmê û modernîteya kapîtalîst zêdetir nebe sedema mirina mirovan, ji bo ku mêtingerî li hemû qadên me yên jiyanê neyê serdestkirin, bi pêşengiya ciwan û hêzên demokrasiyê, gel, çewisandî li dijî faşîzmê û hêzên hegemonîk divê berxwedana yekbûyî bi rengekî xurtir rêxistina wê bikin û pêkanîna berxwedana serdemê bi girîngiyeke jiyanî ye. Em jinên ku êrîşa herî hovana ya dîrokê, polîtîka û kirinên êrîşkar û mêtinger li ser wan hene, divê em têkoşîna xwe ya rêxistinî geş bikin, berbelav bikin û pêşengiyê ji têkoşîna gelan re bikin. Ji bo jiyaneke bê mêtingerî, bê şer, dadmen, aştî, azadî û demokrasiyê em werin cem hev, em siberoja xwe ya azad bi berxwedana xwe mîsoger bikin. Divê em li sirûşta Dersimê, li dîroka wê xwedî derkevin.

Bi vê çarçoweyê di serî de hemû jin, çepgir, sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, bang li hemû alîgirên demokrasi, azadî û aştiyê dikin ku berxwedanê geş bikin. Em bang li jin, ciwan, hêzên şoreşger û demokrasiyê dikin ku 1’ê Îlonê roja aştiya cîhanê bi giyanê berxwedane slav dikin. Siberoja azad, cîhaneke bê mêtingerî û bê şer, bi berxwedana têkoşîna hevpar wê were avakirin.”

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27