Arşîv

Li ser rêya Hesekê jinek zebze firoş: Fatma

Jina bi navê Fatma ku 6 zarokên wê hene ev 8 sale ji bo xwedîkirina zarokên xwe karên paletî, komkirina plastîkan û niha jî li ser rêyan zebze û fêkiyan difroşe. Fatma bang li jinan dike ku ji hêza xwe bawer bin û xwe nekin muhtacê tu kesî.

Jina bi navê Fatma Mihemed (40), ku dayîka wê Kurd û bavê wê Ereb, li bajarê Serêkaniyê ji dayîk dibe. Di temenê xwe yê ciwan de dizewice. Piştî ku 6 zarokên wê (3 keç, 3 kur) çêdibin, hevjînê wê ji beriya 8 salan bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji destdide. Dema hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide hîn zarokên Fatmayê biçûkin û Fatma ji bo zarokan hem dibe dê hem jî dibe bav.

Paletî û plastîk komkirin

Fatma di salên destpêkê de di nava baxçeyên gelê Serêkaniyê de karkeriyê dike, piştî demekê bi zarokên xwe yên biçûk re naylon û plastîk kom dike û difroşe. Fatmayê 6 salan debara zarokên xwe bi vî awayî kir.

Fatma ji bo zarokên xwe 13 saetan dixebite

Di salên şerê Serêkaniyê de ku çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên Artêşa Azad êrîşî Serêkaniyê kirin jî,  Fatma dest ji welatê xwe berneda û bi zor û zehmetiyan debara zarokên xwe kir. Ev nêzî du salane ku Fatma bi zarokên xwe re li ser rêya Hesekê, herêma Qewsê fêkî û zebzeyan difroşe. Fatma di bin kolikek a bi kirê girtî de zebze û fêkiyan difroşe. Fatma di mehên zivistanê de fêkî û zebzeyên zivistanê û havînan jî yên havînê difroşe. Fatma ji saet 07:00’ê sibê hetanî dinya tarî dibe li ser rê kar dike. Piştî ku dinya tarî dibe kurê wê li ber kolikê radizê.

Fatma diyar kir ku ji bo ew cihê kar ji xwe re vebike, wê deyn ji xizmên xwe girtiye, kolik jî mehê bi 5 hezarê Sûrî kirê girtiye. Fatma destnîşan kir ku ew zebze û fêkiyan ji sûka Hal (Suka zebzeyan) a Serêkaniyê dikire û bi feydeyek pir kêm difroşe.

 ‘Bila jin bi hêza xwe bawer bin’

Fatma dibêje ku ew ji bo zarokên xwe kar dike, heta niha wê xwe muhtacî kesî nekiriye û bi vê yekê jî serbilind e. Fatma bang li hemû jinan kir ku ji hêza xwe bawer bin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Keda jinan gelek mezin e, bila xwedî li keda xwe derbikevin. Min hetanî niha ne xwe û ne jî zarokên xwe muhtacî kesî nekiriye.”

‘Em dixwazin şaredarî alîkariya me bike’

Fatma di dawiya gotinên xwe de bang li şaredariya Serêkaniyê kir û wiha got: “Em dixwazin şaredarî ji bo kesên wek me cihê firotinê peyda bike. Ji bo em bikaribin kar bikin. Niha ez li ser rê zebze û fêkiyên xwe difroşim. Eger cihek ji bo kesên wek min hebe dê gelek baş be. Em hêvîdarin şaredarî alîkariya me bike.”

(ANHA)

Back to top button