Arşîv

Jinên Efrînî Bi Hunera Karê Destan Reng Didin Jiyanê

unera Karê Destan ji bo jinan êdî dibe yek ji derfetên aboriyê jî û pê debara xwe dikin. Rûken Mihemed têkîldarê hunera karê destan got, “Ez bi şûna li malê rûnim û tiştekê nekim, bi çêkirina hunera destan re afrineriya min pêşdikeve û bi vî aweyî piştgirî didim malbatê.”

Hunerê Karê Destan a ku ji bo jinan bûye qadê piştevaniyê û debarê, jin bi aweyek zirav hem karê xwe dikin hem jî afrîneriyên xwe pêş dixin. Jina bi navê Rûken Mihemed ji bo karên destan dibêje “Karê destan wek bazina zêr e.” Ew cilan, dorşerpên ji morîkan û bi tayên rengîn gelek pêdiviyên xemlê çêdike. Rûken diyar kir ku ew jinên semta xwe hertim li malekê dor hev dicivin û bi hev re karên destan çêdikin û fêrî hev dikin.

‘Jin gelek pêdiviyên civakê pêk tîne

Rûkena ku dayîka 4 zarokan e û bi hunera karê destan re mijûl dibe wiha got, “Cilên li bazarê pir buha ne, ji ber vê yekê gelek mirov cilên bikar hatî yên têne firotin dikirin. Lê hinek kes nikarin ji ber tendûrustiya xwe cilên kevin li xwe bikin. Tên û ji min dixwazin ez ji wan re bi kamfa an jî hirî cil birîsim. Gelek hevalên min hiriyê ji min re tînin ji bo ez ji wan re çêkim, ez jî rewşa xirab a aborî didim ber çavan û bi kêm pere ango erzan ji wan re cil çêdikim. Ez dibêjim dema kar di destên jinê de be, dikare gelek pêdeviyên civakê pêk bîne.”

Rûkenê bilêv kir ku ew bi heskirinek mezin bi hunera destan re dem derbas dike û wiha pêde çû, “Ez bi hezkirin û zewq karên destan dikim. Dîqet û bala min li ser kar e. Carna ji bo cilekê ez heftek an jî 15 rojan mijûl dibim. Dema dawî dibe ez bi keda xwe şanaz û kêfxweş dibim.”Li Kantonê pir jin hene bi hunera karên destan mijûl dibin. Di her malekê de teqez tiştên ku bi destan hatine çêkirin hene. Lê ez dibînim zêde bala ciwanan naçe ser. Divê jin xwe bi karê malê nefetisîne û hunerên xwe ên din derîne holê. Jixwe pir jin li derve kar dikin, yên karekî nakin jî dikarin tevî xebatên wiha bibin.”

Fîdan Rêzan-Sûzan Mihemed

 

Back to top button