Arşîv

Jinên Tebqayê cihên xwe di pertiyê de digirin

Endama rêveber a Buroya Rêxistinî ya jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqayê Emîne El-Şewax diyar kir ku jin cihê xwe di nav partiyê de girtiye û tevlêbûn hêjî berdewam e.
 

Piştî Şoreşa jinê ya Bakurê Sûriyeyê, roj bi roj rêjeya tevlêbûna jinê ji hemû warên siyasî, leşkerî, civakî û aborî re zêde dibin û bi taybet jinên Ereb ên herêmên ku nû ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Bi vekirina Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Tebqayê, jinên ku ji tevlêbûna warê siyasî bêpar mabûn, hema tev li partiyê bûn û cihên xwe di nav partiyê de girtin û beşdarî çalakiyên wê dibin.

Têkildarî vê mijarê endama rêveber a Buroya Rêxistinî ya jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqa Emîne El-Şewax destnîşan kir ku ji destpêka demezrandina partiyê de jin bi rêjeya zêdetirî ji sedî 30 tev li partiyê bûn.

Emîne gotinên xwe wiha domand: “Di dema dagirkeriya DAIŞ’ê ji gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê re jin ji hemû mafên xwe bêpar man. Lê piştî rizgarkirinê jin û bi taybet jina Ereb tev li hemû warên siyasî bûn. Ev jî mijarek gelek girîng e ji ber ku pergalên desthilatdar rola jinê sînordar kiribûn.”

Her wiha Emîne diyar kir ku di partiyê de rêziknameyek taybet bo jinê heye. Bi rêya wê dê tev li hemû çalakiyên ku piştgiriya jinê dikin bibe.

Emîne destnîşan kir ku erka wan ew e ku bighêjin hemû jinan da ku xwe ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar bikin.

Di dawiyê de Emîna El-Şewax bang li jinên Tebqayê kir ku bi rolên xwe yên pêşeng di warê siyasî de bilîzin.

 

(ANHA)

Back to top button