Arşîv

Jinên Efrînê: Efrîn a me ye ew ê tu car nebe ya dagirkeran

Jinên Efrînê yên ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kampa Serdemê bi cih bûn diyar kirin ku ji bo Efrîn rizgar bibe wan her tişt dane ber çavên xwe û wiha gotin:” Efrîn a me ye ew ê tu car nebe ya dagirkeran.”
Jinên Efrînê yên ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kampa Serdemê bi cih bûn bi lêv kirin ku dilê wan her ji bo vegerandina Efrînê lê dide.
Jina bi navê Leman Ehmed axivî û got:”Em tu carî naxwazin di bin al û zilma dagirkeran de bijîn. Em wekî gelê Kurd dixwazin ku bi awayekî azad û di nava aramiyekê de bijîn.”
‘Baweriya me bi şervanên azadiyê heye’
Gûlistan Mîlad diyar kir ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha got:”Efrîn a me ye tu carî nabe ya dagirkeran. Rast e niha em li kantona şehbayê bi cih bûne, lê  baweriya me bi şervanên azadiyê heye ku di demek nêz de wê Efrînê ji hêza dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin, em wek jin li kantona Şehbayê heta dawiyê berxwedana me wê berdewam be.”
‘Fikir û felsefeya rêber Apo ji bo me her dem rêya ronahiyê ye’ 
Gûlîstanê di nav gotinên xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand:” Dewleta Tirk a dagirker hem êrîşî Efrînê dike hem jî tecrîda li ser Rêber Apo giran dike, dixwaze ku bi tecrîda li ser Rêber Apo gelê kurd tune bikin lê bila baş bizanibin ku fikir û felsefeya rêber Apo ji bo me her dem rêya ronahiyê ye.”
‘Bi hezaran mirov kuştin û koçber kirin’
Her wiha Zêneb Ebdo jî wiha got:” Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze hemû bajarên Kurdan dagir bike. Bi êrîşên xwe bi hezaran mirov kuştin û koçber kirin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin û ji bo Rêberê me azad bibe em ê li ber xwe bidin.”
 (JINNEWS)
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27