Arşîv

Komîteya Lihevanînê navenda çareserkirina pirsgirêkên jinan e

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan a navçeya Girkê Legê li gel Meclisên Dadgeha Civakî gelek doz çareser kirine.

Têgehên dadgeh û edalet, wateyeke cuda li Rojava-Bakurê Sûriyeyê digirin. Ji bo bicihanîna edaletê û xurtkirina dada civakî û lihevanîna aştiyane li şûna qanûnên hişk û têgeha cezayê, civak tev li vê xebatê dibe.

Li ser vê bingehê gelek sazî li gel meclisên civakî, doz û pirsgirêkên civakî bi rêya lihevanîn û razîbûnê çareser dikin.

Mala Jinan a Girkê Legê bi destpêka Şoreşa Rojava re hate damezirandin, gelek komîte wekî komîteya lihevanînê girêdayî Mala Jinan in. Erka wê ew e ku hemû dozên jinan çareser bike.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Komîteya Lihevanînê Hediye Abdulwehab got ku komîte ne mîna dadgehê ye, pirsgirêkên jinan girêdayî wan bi razîbûn û lihevanînê çareser dike.

Endamên Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan diyar kir ku komîteyê ji destpêka îsal ve 114 doz pêşwazî kirine. Piraniya dozan nakokiyên malbatî, berdan, mîrat, zewicandina biçûkan û pirbûna hevjînan û tundiya li dijî jinan bûn.

Endama rêveber a komîteyê Hediye Abdulwehab destnîşan kir ku dosyayan an yekser ji aliyên dijber an bi rêya komîn yan bi rêya komîteyên lihevanînê yên girêdayî meclisa navçeyê werdigirin û heta niha komîteyê karîbû ji zêdetirî nîvê hejmara dozan çaraser bikira.

Armanca bingehîn, parastina mafên jinan e

Li ser çawaniya çareserkirina van pirsgirêkan, Hediye diyar kir ku ew di hemû dozan de hewl didin mafên jinan biparêzin û di dozên malbatî de hewl didin berdan pêk nayê.

Di dawiyê de Hediye Abdulwehab wiha got: “Em di Rêveberiya Mala Jinan de xwe wek beşeke ji malbatê dibînin. Em hewl didin alîkariya jinên ku rastî tundiyê tên bikin û em garantiya parastin û mafên wan didin.”

(ANHA)

Back to top button