Arşîv

Kooperatîfa Yekbûn aboriya jinan geş dike

Bi armanca pêşxistina aboriya civakê ya Bakurê Sûriyeyê gelek kooperatîf hatin avakirin. Heta radeyekê van kooperatîfan rê li ber keysbaziya bazirganan girt. Heta niha 142 kooperatîf hatina avakirin.

Piştî Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê û di bin çavdêriya Kongreya Star de kooperatîfên taybet bo jinan li hemû herêm û bajarên Bakurê Sûriyeyê hatin avakirin.

Kooperetîfa Yekbûn yek ji wan kooperetîfan e. Beriya 3 mehan ji aliyê Kongreya Star ve hate avakirin. 4 jin bi 25 hezar lîreyên Sûriyeyê di kooperatîfê de şirîk in. Jin di kooperatîfê de xwarinên gelêrî û amadekariyên zivistanê çêdikin. Her çar jin ji saetên berbanga sibê heta saet 13:00’an dixebitin.

Endama Kooperetîfa Yekbûn Rebîa Umer destnîşan kir ku wan di destpêka kar de gelek astengî kişandine û wiha got: “Piştî 3 mehan em encama karê xwe wek malbat hildiberînin.”

Girêdayî armancên vekirina Kooperetîfa Yekbûn endama rêveber a koopratîfê Sewsen Elî got armanc ne tenê komkirina qezenca madî ye, lê belê xurtkirina têkiliyan di navbera jinan de, vegera jiyana hevpar, rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan û ji bo jin debara xwe ya rojane pêk bînin. Di dawiyê de Sewsen bang li hemû jinan kir ku aboriya xwe xurt bikin.

(ANHA)

Back to top button