Arşîv

Navenda Aboriya Jinan dest bi hilberandina tirî dike

Li Navenda Aboriya Jinan a Minbicê hilberandina tirî dest pê kir. Her wiha jin piştî hilberînê dê tirî zuha bikin û wek mewîj bifiroşin sûkên bajêr.

Bi armanca aktîfkirin û xurtkirina rola jinan di civakê de û pêşxistina aboriya xwe li bajarê Minbicê, gelek proje hatin pêkanîn.

Di vê çarçoveyê de endamên rêveber ên Navenda Aboriya Jinan a Minbicê bi keda xwe dest bi hilberandina tirî ya girêdayî navendê kir. Her wiha jin dê tirî zuha bikin û wek mewîj di nav sûkan de bifiroşin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Navenda Aboriya Jinan a Minbicê û gundewarên wê Iksar El-Ehmed destnîşan kir ku wan gelek proje bi armanca pêşxistina aboriya jinan bi cih anîne.

Iksar destnîşan kir ku piştî berhevkirina tirî dê zuha bikin û bikin mewîj û li bazaran bifiroşin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27