Arşîv

‘Xemla Jinê’ aboriyê jinan geş dike

Koopratîfa “Xemla Jinê” têkiliyên civakî di navbera hemû jinên herêmê de xurt dike û her wiha aboriya jinan bi pêş dixe.

Sîstemên desthilatdar di nava dîrokê de rola jinan tune kir û ji wan re tenê rola di nava 4 dîwaran de diyar kirin ku tenê karê malê bike û zarokan xwedî bike. Şoreşa jinan li Bakurê Sûriyeyê hemû pîvanên wisa guhertin û rola jinan di hemû aliyên jiyanê de aktîf kir û nemaze  di aliyê aborî de.

Kongreya Star li navçeya Amûdê ji bo xurtkirina rola jinan di aliyê aborî de kooperatîfa bi navê “Xemla Jinê” di 20`ê Hezîranê de vekir. Di kooperatîfê de 10 jinên ciwan ji navçeya Amûdê dixebitin. Her endamek bi 25 hezar lîreyên Sûriyeyê tev li kooperatîfê bûye.

Di kooperatîfê de hemû pêwîstiyên jinan têne firotin. Cihê kooperatîfê li sûka navçeya Amûdê ye. Di wê derê de hemû pêwîstiyên jinan bi buhayên erzan têne firotin.

Li gorî jinên tê de dixebitin armanca vekirina kooperatîfê ku têkiliyên di navbera jinên herêmê de xurt bikin, her wiha aboriya jinan bi pêş bixin.

Di vê çarçoveyê de jina ku di kooperatîfê de dixebite Celîla Osman got ew bi xwe di kooperatîfê de dixebite, her karî dike da ku projeya wan bi ser bikeve û diyar kir ku ew bi hemû hêz û derfetên xwe dixebitin da ku karê xwe bi pêş bixin.

Celîla diyar kir ku armanca vekirina kooperatîfê ku rihê alîkariyê di nava jinan de xurt bike û aboriya wê bi pêş bixe û got ew ne ji bo pereyan kar dikin lê belê ji bo aboriya jinan geş û xurttir bikin.

Di dawiyê de Celîla Osman bang li hemû jinan kir ku xwe bi xwe aboriya xwe ava bikin, li hemberî hemû astengiyên ku rastî wan tên bisekinin û di nava hemû rewş û derfetan de cihê xwe di nava hemû aliyên jiyanê de bigire.

(ANHA)

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27