Arşîv

Jinên Efrînê bi îradeya xwe jiyanê li kampan geş dikin

Jinên kantona Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdem bi cih bûne li pêşiya konên xwe sebze û cureyên gulan çandine. Bi vê yekê peyama israra berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê didin.

Aloziya Sûriyeyê li pey xwe gelek êş û zehmetî hiştin. Her kes dizane zehmetiya koçberiyê çi ye. Herî dawî jî şêniyên Efrînê piştî berxwedaeke mezin ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warê xwe berdin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin.

Dibe ku helwest û hestên şêniyên Efrînê û gelê Sûriyeyê yên ku koçber bûne, mîna hev bin, lê hêz, îrade û rêxistina şêniyên Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xwe qebûl nekir.

Ji ber vê yekê jî şêniyên Efrînê jiyana xwe li ser rêxistin û heman bingehê ku li Efrînê dijiyan, ava dikin. Bi vê yekê şênî israra xwe li ser berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê tekez dikin. Ji kêliyên destpêkê û heta niha jin bi îrade û têkoşîna xwe serkêşiya Berxwedana Serdemê dikin.

Jinên ku li kampên Berxwedan û Serdem dijîn li pêşiya çadirên tê de dijîn sebze û gul çandine.

Jinên ku di her du kampan de dijîn ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku wan li pêşiya çadirên xwe sebze û gul çandine da ku hemû jinên li wê derê vê yekê di hundirê kampê de belav bikin.

Jina bi navê Cinfiyan Mihemed destnîşan kir ku ew ji ber êrîşên dagirkeran neçar man ku dev ji warê xwe berdin û berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Cinfiyan diyar kir ku bi îrade û derfetên xwe yên kêm jiyana xwe ava dikin û got tevî ku ew neçarî koçberiyê bûne lê wan kamp veguherî cihê şînatiyê û bi vê yekê sebrê dikişînin heta ku li warê xwe Efrînê vegerin û ji dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve dayika nexweş a bi navê Meqbûla Şêxo got ew ji zarokatiya xwe ve di nava çandiniyê de mezin bûne, gelek darên wan ên zeytûn û hinaran hebûn lê piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê wan dagirk kirin hemû darên wan şewitandin.

Dayika Meqbûla diyar kir ku ji ber jin bi xwezayê ve girêdyî ye ji ber wê jinên kampê li pêşiya çadirên xwe sebze û gul çandin.

Ji aliyê xwe ve dayika bi navê Asya Ehmed destnîşan kir ku ew tu carî xwe naxin bin îradeya dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyê wê ji ber wê ew bi îsrar jiyana xwe ya nû ava dikin heta ku Efrînê were rizgarkirin û li warê xwe vegerin.

Dayika Asya di dawiya axaftina xwe de got dagirkeriya Tirkiyeyê hemû zeviyên Efrînê şewitandin û tevî wê jî lê îradeya wan xurt e û bawiya wan heye ku dê li warê xwe vegerin û careke din zeviyên xwe biçînin.

(ANHA)

 

Back to top button