Arşîv

Li Tebqayê hemleya “Bi hev re ji bo rawestandina zewaca di temenê biçûk de”

Buroya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqayê, hemleya “Bi hev re ji bo rawestandina zewaca di temenê biçûk de”da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de gelek belavok hatin belavkirin.

Diyardeya zewaca di temenê biçûk de yek ji diyardeyên xeternak e ku di demên dawîn de li herêma Tebqayê belav bûye.  Ev yek jî vedigere hin adetên civakî ku heta niha gelek malbat di bin bandora wê de ne. Di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de li herêmê ev diyarde bi awayekî berfireh belav bû.

Li ser vî esasî, Buroya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqayê piştî hate avakirin, bi yekemîn çalakiya wê zanakirina jinan di aliyê zewaca di temenê biçûk de bû. Di vê çarçoveyê de, belavok bi sernavê “Bi hev re ji bo rawestandina zewacê di temenê biçûk de”li giştî Tebqayê hate belavkirin. Di belavokê de, kurtedîroka jinan di serdemên berê de û heta niha, bandorên kampîtalîzmê bi hinceta şaristanî û teşwîqkirina zewaca di temenê biçûk de, cih digirin.

Her wiha jinên ku ev belavok girtine, piştgiriya xwe ji bo hemleyê anî ziman û tekez kir ku ew ê hewl bidin ku ev diyarde di nava civakê de bidin rawestandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Tebqayê di heman çarçoveyê de gelek çalakî li dar xistine  da ku diyardeya zewaca di temenê biçûk de were rawestandin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27