Arşîv

Jinên Reqayê û parastin

Jinên Reqayê di nav Hêzên Parastina Civakê de roleke pêşeng di parastina şêniyan, peydakirina ewlehî û aramiya bajêr, her wiha parastina jinan û rêgirtina li ber komkujiyên de dilîzin.

Çeteyên DAIŞ`ê di dema degirkirina bajarê Reqayê de ji bilî binpêkirinê der heqê jinan de ji kuştin, destavêtin û ferzkirina cilên reş, zîhniyeta mêrdestiyê tiştekî din nekir. Bi vê yekê re jinan rola xwe ya pêşeng di civakê de winda kir.

Lê ji destpêka rizgarkirina QSD`ê bajarê Reqayê di 20`ê Cotmeha 2017`an de, jinan cilên reş ji xwe kirin û tev li refên leşkerî bi armanca parastina bajêr bûn.

Tevî rola jinan a pêşeng û aktîf di saziyên sivîl, vekirina akademiyan û meclisên jinan de, ji bo mîsogerkirina rizgarkirina wan ji kevneşopiyên civakê, jinên Reqayê destanên lehengiyê di rizgarkirina Reqa û gundewarên wê de nivîsandin. Îro jî tev li pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina herêmên ku di destê DAIŞ`ê de mane, dibe.

Piştî rizgarkirinê tevlêbûna nav hêzên leşkerî

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û rabûna ewrên tarî yên DAIŞ`ê, jinan dest bi tevlêbûna nava hêzên leşkerî yên wekî YPJ û HPC`ê kir.

Bi armanca pêşdana rola jinê ya rastîn di parastina civakê de, yekemîn navenda HPC`ê di 1`ê Çileya 2018`an de hate vekirin.

Endamên jin ên HPC`ê li bendên kontrolê û lêgerînên erebeyan, li deriyên têketin û derketina bajêr dixebitin. Ji bo parastina ewlehiya bajêr endamên jin ên HPC`ê li gelek noqteyan belav bûne û di nav bajêr de dewriyan dimeşînin.

‘Roja azadiyê hilhat û me azadiya xwe bi dest xist’

Endama Hêzên Parastina Civakî Firyal El-Ehmed ku ev bûn 9 meh e tev li nava hêzên parastinê bûye, da zanîn ku di nav şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê de, jinan gelek destkeftî û azadiya xwe bi dest xistin, her wiha di dayîna biryaran de bi awayekî aktîf cih girt.

Firyal diyar kir ku wan ji ber kiryarên DAIŞ`ê gelekî êş kişandine, lê piştî rizgarkirinê, jinan xwe bi rêxistin kir û dest bi tevlêbûna di hemû warên siyasî, leşkerî û civakî kir. Firyal wiha domand: “Piştî rizgarkirina QSD’ê li bajarê me roja azadiyê hilhat û me azadiya xwe bi dest xist.”

Ji aliyê xwe ve endama bi navê Mehesên Remedan şanaziya xwe ji ber lixwekirina cilên leşkerî anî ziman û destnîşan kir ku xebata jinan di saziyên sivîl de ne sînordar e, divê hemû jin tev li Hêzên Parastina Civakî bibin da ku karibin xwe biparêzin û rê li ber komkujiyên der heqê wan de bigirin.

(ANHA)

Back to top button