Arşîv

Desteya Jinan… 4 sal ji destekeftiyên domdar

Desteya Jinan armanc dike jinan di hemû waran de biparêze, danîna planên stratejîk bi taybet bo jin û zarokan, bicihanîna edaleta civakî û aktîfkirina rola jinan di warê siyasî de û her wiha gelak xebatên têkildarî jinan bi rê ve dibe.

Ji destpêka mirovahiyê ve, jinan bingeha civakê ava kir û şoreşa çandiniyê pêk anî. Her wiha di dîroka mirovahiyê de jin bû xwedawenda yekemîn. Lê pergalên mêrdestiyê rola jinan pûç kir. Zîhniyeta mêrserdest li ser civakên ku jinan ava kirine ferz kir û rê li ber jinan girt.

Di Şoreşa Rojava de ku wek şoreşa jinan tê naskirin, jinan rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyanê de ji nû ve lîst. Jin di hemû waran de tev li nava refên şoreşê bûn. Çek hildan û teror qewirandin. Her wiha ji bo bicihanîna rêgeza hevserokatiyê cihê xwe di hemû saziyên sivîl de girt.

Ji bo parastina destkeftiyên jinan ku di şoreşê de bi dest xistine, Desteya Jinan bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava re di 21`ê Çileya 2014`an de hate damezirandin. Desteyê gele proje pêk anîn.

Armanca damezirandina Desteya Jinan çi ye?

Desteya Jinan li dijî hemû cureyên tundiyê li dijî jinê ye, parastina mafên jinan di hemû aliyan de, pêkanîna edeleta civakî, aktîvkirina rola jinan di xebatên siyasî de û girtina biryaran û piştgriya jinan di aliyê aborî de bi pêşkêşkirina gelek proje û kooperetîfan.

Destpêkê wek gava yekemîn desteyê rewşa jinan û pirsgirêkên ku rastî wan tê ji nêz ve şopandin. Da ku karibe têgehên paşverû yên ku li ber pêşketina civakê dibin asteng ji holê rake û da ku bigihîjin civakeke ekolojîk, demokrasî û azad. Her wiha rêgeza neteweya demokratîk di karê xwe de bingeh digire. Ji ber wê Desteya Jinan plan û projeyên stratejîk datîne.

Sazûmaniya desteyê û komîteyên wê

Deste ji rêvebera desteyê û 4 cîgerên jin pêk tê. Her wiha komîteyên jinan li kanton, navçe, gund û komînan hatin avakirin.

Buroyên desteyê ji 5 buroyan pêk tê; Buroya Zagonî, Buroya Têkiliyên Giştî, Buroya Ragihandinê, Buroya Aborî-Malî, Geşepêdan û Plankirinê û Buroya Xwedîkirina Zarokan.

Girîngtirîn xebatên desteyê

Desteya Jinan yek ji desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê hesibandin. Gelek proje girêdayî jinan bi cih anîne. Her wiha desteyê ji bo derxistina qanûnê parastina mafên jinan xebitî. Ji wan qanûnan, têkoşîna li dijî zîhniyeta mêrdestiyê bi hemû cureyên xwe, wekhevî di navbera jin û zilam de di hemû warên jiyanê de û mafên jinan heye ku deng bide, xwe pêşniyar bike û cihê xwe di rêveberiyê de bigire.

Desteya Jinan di dirêjahiya 4 salan de gelek mal û navend bi taybet bo jin û zarokan, li hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê vekirin. Jê Navenda Şehîd Viyan a mala mezinan, Navenda Nalîn Mûş a Derûnî. Her wiha ji bo sivikirina barê dayikên karmend desteyê 8 baxçeyên zarokan li herêma Cizîrê vekirin.

Berfirehkirina têkiliyan bi saziyên jinan ên derve re

Ji aliyê dîplomasî ve, Desteya Jinan a Rojava têkiliyên xwe bi saziyên jinên Ewropayî re berfireh kir. Her wiha gelek şande ji bo naskirina xebatên desteyê û armancên wê serdana Rojava kirine û projeyên desteyê ji nêz ve şopandine û pesna wê dane.

Plan û projeyên pêşerojê

Têkildarî vê mijarê cîgera Desteya Jinan Emel Kuriyê got Desteya Jinan a herêma Cizîrê ji bo pêşxistina jinan di hemû waran de û parastina mafên wê dixebite.

Emel destnîşan kir ku ji destpêka damezirandina Desteya Jinan ve, desteyê gelek projeyên girêdayî pêşxistina jinan li Rojava ruxmî mercên îstîsna ku herêm tê re derbas dibe, bi cih anîn.

Her wiha cîgera hevserokatiya Desteya Jinan a herêma Cizîrê di dawiyê de wiha got: “Em hewl didin mafên jinan biparêzin. Têgehên paşverû yên mêrdestiyê û kevneşopî  ku jinê diçewisînin û ji mafên wê bê par dihêlin, bişikînin. Her wiha em hewl didin hemû jinan rizgar bikin û em bawer in ku bi rêya jina azad em ê civakeke azad ava bikin.

(ANHA)

Back to top button