Arşîv

Kluba sporê ya jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê klubeke sporê ya jinan hate vekirin.

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê ku bi dehan jin û endamên saziyan amade bûn, klubeke sporê ya jinan vekir.

Rêvebera Kongreya Star Nehla Mustefa axivî û vekirina klubê li jinên taxê pîroz kir û anî ziman ku ev klub dê fêde li jinan bike.

Şirîta vekirina klubê ji aliyê hevjîna şehîd Mihemed Bekir, Helîma Murad ve hate birîn.

Di dawiyê merasîmê de xelekên dîlanan hatin gerandin.

(ANHA)

Back to top button