Arşîv

‘Fikrên Ocalan bingeha xebatên me ne‘

Rêvebera Kongreya Star Emîna Dengelî, li ser bingeha kar û xebatên xwe anî ziman ku bi milyonan jin li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Emîna destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rêya azadiyê nîşanî hemû jinan kiriye û wiha domand: “Abdullah Ocalan rê li ber jinan vekir da ku hebûna xwe di şoreşê de îsbat bikin, dibêje şoreşa ku jin tê de cih negirin, ne şoreş e. Heger jin zane be dê di avakirina civakeke durist û pêşketî de rol bilîze, li ser vî esasî rêveberiyê girîngî daye jinan.”

Emîna Dengelî destnîşan kir ku serkeftinên jinan berhemên fikrên Ocalan in û ev tişt bi lêv kir: “Pergalên dîktator ji fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ditirsin, bi taybet ji projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye. Ocalan banga parastina nasnameya gelan dike, her wiha ji bo azadiya gelên bindest tê dikoşe. Ji ber vê yekê bû hedefa hêzên komploger.”

Rêvebera Kongreya Star di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistaneke perwerdeyê û wiha got: “Dewleta Tirk dikarî Ocalan dîl bigire lê fikrên wî azad in.”

Emîna Dengelî destnîşan kir ku parêznameyên Ocalan bingeha xebatên wan in û got dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze gel ji fikrên Ocalan dûr bixe, lê ew ê bi ser nakeve.

Rêvebera Kongreya Star Emîna Dengelî tekez kir ku dê xebatên xwe yên li ser bingeha ramanên Ocalan berdewam bikin û jinan li gorî ramanên wî perwerde bikin.

 

(ANHA)

Back to top button