Arşîv

Gelek proje ji bo aktîvkirina rola jinê di hemû warên civakê de

Bi pêkanîna debara xwe û xwe bi xwe rêvebirinê, jin dê karibe zihniyeta ku gelek salan li ser wê hikum kiriye tune bike.

Çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê di dirêjahiya çend salan dagir kiribûn. Di wan salan de gelek fermanên paşverûyî li şêniyan ferzdikir. Her wiha hovantirîn siyaseta xwe der heqê jinan de dimeşand. Tevî ku jin li bazaran firotin. Piştî ku QSD`ê bajarê Reqayê rizgar kir, jinê di hemû warên jiyan de xwe birêxistin kir û tev li qadên siyasî, aborî û leşkerî bû.

Damezirandina Meclisa Jinê

Da ku jin xwe bêtir bi rêxistin bike, ji bo şikandina bendên ku jinê zincîr dikirin û ji bo tunekirina zihniyeta mêrdestiyê û desthilatdariyê, Meclisa Jinê ya Reqayê hate avakirin.

Meclisa Jinê piştgiriya hemû jinan û xurtkirina rola wan di hemû warên civakê de armanc dike. Di meclisê de ji 7 komîteyên ku cih bigirin heya niha ji wana 6 komîte hatine aktîvkirin. Komîte ev in: komîteya tenduristiyê, komîteya mala jinan, komîteya aborî, komîteya arşîf û ragihandinê, komîteya meclisa jinê û komîteya parastinê.

Jinên meclisê bi rêya semînerên heftane tên perwerdekirin.

Ji bo xurtkirina aboriya jinan

Têkildarî mijarê endama Meclisa Jinê  ya Reqayê Xaliye El-Kecwan destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriya jinê di hemû waran de dixebitin û wiha pê de çû: “Da ku jin karibe rola xwe ya pêşeng bilîze, piştî ew qas salên zulim, zordariyê û çewsandinê yên ku di encama kiryarên  DAIŞ`ê de der heqê wê de pêk hatine.”

Xaliye diyar kir ku ew ji bo pêşxistina jinan û aktîfkirina rola wê di hemû saziyan de, bi hemû jinên di hemû saziyê sivîl de di nava danûsdandinê de ne.

Di dawiyê de Xaliye got:”Ji bo vekirina werşeya dirûnê ya taybet ji bo jinê, vekirina Meclisa Jinê li El-Meşleb, vekirina baxçeya zarokan û aktîvkirina mala amadekariyên xwarinên zivistanê, em dixebitin.”

(ANHA)

Back to top button