Arşîv

Meclisa Jinên Sûriyeyê navendeke xwe li Kobanê vekir

Meclisa Jinên Sûriyeyê navendeke xwe li bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.

Bi amadebûna bi dehan dayikên şehîdan û jinên sazî û dezgehên bajarê Kobanê, Eyn Îsa û Sirîn Meclisa Jinên Sûriyeyê navendeke xwe li navenda bajarê Kobanê vekir.

Merasîma vekirinê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin.

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat vekirina navenda Meclisa Jinên Sûriyeyê li jinên hazir pîroz kir û wiha got: “Jinên berxwedêr li hemberî êrîşên ku bi armanca binpêkirina îradeya jinan, wekî Barîn li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan.”

Berekat diyar kir ku jinan xwe di her alî de îsbat kiriye û êdî nema dihêlin ku keçikên temenbiçûk bizewicin.

Her wiha Hêlîn Haşim bi navê Rêveberiya Xweser a Kobanê, Leyla Ehmed bi navê Saziya Malbatên Şehîd a Kobanê, Necah Xelîl bi navê Buroya Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Almaz Romî bi navê Kongreya Star û Cumana El-Elî jî bi navê Meclisa Jin a Reqayê axaftin hatin kirin.

Axaftvanan vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya jinên ku canê xwe feda kirin, îro ev navend vedibe û dibe cihê kombûna jinên azad.

Her wiha anîn ziman ku ev cih dê bibe cihê pêşketin û çareserkirina pirsgirêkên jinan.

Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Şervîn, Fatma Hiso û berdevke Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hate vekirin.

 

(ANHA)

Back to top button