Arşîv

YPJ: Şehîd Rêvana sembola xeta fedayî ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şervana xwe Rêvana Rojava ya ku di Berxwedana Kobanê de şehîd bibû bi bîr anî û got şehîd Rêvana sembola xeta fedayî ye.

Fermandariya Gişî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvgera çaremîn a şehadeta Rêvana Rojava ku di berxwedana Kobanê ya 2014‘an de li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bibû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de, di şexsê rêheval Rêvana Rojava de, şehîdên Berxwedana Kobanê, şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîdên Şoreşa Rojava û şehîdên Bakûrê Sûriyê bi minetdarî bîr tînin. Di salvegera 4. ya şehîd Rêvana Rojava de, em ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rêya wê nû dikin.

Berxwedana Kobanê, bi rastiya jina berxwedêr û jina ku çavkaniya xwe ji ruhê fedayî digire, navê xwe li tevayiya cîhanê nivîsî. Ev destana lehengiyê bi bedena pîroz ya şehîd Rêvana û bi sedan rêhevalên me yên xwe li hemberî dijminê mirovayiyê, ‘çeteyên DAİŞ’ê’ kirîn mertal, hate mezinkirin.

Bi destpêkirina, Şoreşa Rojava re bi hezaran keç û xortan, çek rakirin û beşdarî nava refên şoreşê bûn. Heval Rêvana, yek ji wan hevalan bû ku bi ruhê welatparêziyê, bi hişmendiya parastina gelê xwe û welatê xwe, bi biryardariyeke têr û tijî beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Heval Rêvana bi ruhê xwe yê ciwan û bi kelecana şoreşê weke gelek hevalên destpêkê di nava YPJ’ê de cihê xwe digire. Hevrêya me Rêvana di nava demeke kin de di aliyê leşkerî, jiyanî û hevaltiyê de, pêşketinên mezin ava dike. Ev sekna heval Rêvana ya xwe dispêre dîroka berxwedana jina Kurd, di şerê Kobanê de bi pêkanîna çalakiya fedayî careke din ruhê fedayî zindî dike.  Ev, ruhê Besê, Zarîfe, Rindêxan, Bêrîtan û Zîlanan e. Weke berdewamiya xeta Rêvanan, rêheval Arîn, Koçerîn, Avêsta, Polat û Îlan jî navên xwe di heqîqeta fedayîtiyê de nivîsîn. Bi keda van rêhevalên me yên qehreman, di YPJ’ê de, xeta lehengiyê xwe gihand mertebeyeke jortir. Vê lehengiyê wisa kir ku cîhan tev bikeve berê xwe bide têkoşîna jina Kurd. Xeta fedayîtiyê bi xwe re serkeftinên mezin yên şoreşê derxistin holê.

Wek yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, me rista parastina van destkeftiyan daye ser milê xwe û emê heta dawiyê li van destkeftiyan xwedî derkevin. Nirxên şehîdên me parastina destkeftiyên şoreşê, ava kirine. Di vê pêvajoyê de, bi vê bîr û baweriyê, em tekoşîna xwe dimeşînin û emê heta dawiyê xeta Rêvana û Avestayan biparêzin. Ka çawa me xewn û xeyalên Rêvanan, bi rizgarkirina Kobanê, bi cih anîn, emê bi azadkirina Efrînê jî xewn û xeyalên Avesta û şehîdên Berxwedana Serdemê bi cih bînin. Ev pêvajo, biryardarî û sekna bi ruhê Rêvana ji me dixweze û emê li vê sekna fedayî xwedî derkevin.

Careke din em, di şexsê hevrê Rêvana de tevayiya şehîdên şoreşê bîr tînin, minetdariya xwe tînin ziman û soza xurtkirina têkoşînê nû dikin.”

(ANHA)

Back to top button