Arşîv

‘Reşnivîsa zagonên jinên Bakurê Sûriyeyê mafê jinan diparêze’

Jinên navçeya Tirbespiyê nerîna xwe der barê reşnivîsa zagonênên jinan li Bakurê Sûriyeyê diyar kirin û destnîşan kirin ku reşnivîs hemû mafên jinan di hemû aliyan de diparêze.

Rêxistinên jinên Bakurê Sûriyeyê di 20`ê Îlonê de projeya zagonên jinên Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê Meclisa Dada Jinan ve ji bo parastina maf, azadî û wekheviya jinan di avakirina civakeke demokratîk de, nîqaş kirin. Desteya Jinan bi armanca nirxandina reşnivîsê û guhdarkirina li nêrînên hemû jinên herêmê, li navçeya Tirbespiyê civînek li dar xist.

Civîn li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a navçeyê hate lidarxistin. Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed, şandeyek ji jinên Desteya Jinan a herêma Cizîrê û kantona Qamişlo, jinên meclis, bajarok û saziyên navçeya Tirbesiyê tev li civînê bûn.

Di civînê de Rûken Ehmed li ser rola jinan di avakirina civak û pêşxistina wan de axivî. Rûken destnîşan kir ku ji destpêkê ve gelek zehmetî rastî jinan tên û azadiya jinan tê binpêkirin û di nava çar dîwarên malê de dimînin.

Ji aliyê xwe ve cîgira seroka Desteya Jinan Wela Axa li ser rola jinê di nava çend salên borî de û piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê axivî. Wela diyar kir ku jinan di nava çend salan de di hemû aliyan de gelek destkeftin pêk anîn û îro jî cihê xwe di avakirina civakê de digirin.

Paşê reşnivîsa zagonên jinên Bakurê Sûriyeyê hate xwendin û ji aliyê jinên meclis û şaredariyan ve hate nirxandin. Jinên navçeya Tirbesiyê reşnivîsa zagonên jinên Bakurê Sûriyeyê di hemû aliyan de erê kir. Di dawiyê de sînevîzyonek li ser êş, zehmetî û zerarên pirjiniyê hate pêşkêşkirin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27