Arşîv

Çalakiyên Kongereya Star bi sozdayîna mezinkirina têkoşînê bi dawî bû

“Bi îsrar û  berxwedana xwe em soz dikin ku em Efrîn û rêberê xwe azad bikin” bi van gotinan çalakiyên konvendanê yên ku ji aliyê Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hatibû organîzekirin bi dawî bûn.

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê 3 roj berê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên konvendanê bi dirûşmeya ” Jin ji bo azadiya xwe û Rêber Apo serî hilde” danbû destpêkirin. Çalakî îro di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Di çalakiyên îro de şandeyên ji nunerên partiyên siyasî, sivîl, Hêzên Asayîşê û Mala Êzidiyan beşdar bibûn.

Bi navê şandeyên amade bibûn axaftin hatin kirin, di axaftinan de bal hate kişandin li ser giriniya projeya Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û hate gotin ku ev proje yekitiya gelan û jiyana hevbeş pêk tîne.

Di axaftinan de hate gotin: “Bi îsrar û  berxwedana xwe em soz dikin ku em Efrîn û rêberê xwe azad bikin.”

Paşê daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê rêveberên Kongreya Star Nehla Mustefa û Fatima Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî Kongreya Star a Helebê bi dirûşmea ‘Jin ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo serî hilde” çalakî dabûn destpêkirin. Em rastî munasebeta komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Apo tên ku bi zexteke navdewletî Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin, ji ber Rêber Apo banga mafên gelên bindest û azadiya jinê dike.”

Kongreya Star di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê kir ku têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û dengê xwe bighînin rêxistinên li dijî tundiyê da ku erka xwe ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên ne mirovî yên li Efrînê pêk bînin.

Çalakî bi dirûşmeyên ji bo azadî bi dawî bû.

(ANHA)

Back to top button