Arşîv

Dermanê Sotin, Gurçik Û Zekemê Zimanga

Di derbarê gihayê zimanga de li Almanya, Danîmarkî û Îspanyolê bijîşkên jin li ser 589 jinan lêkolîn pêk anîne û di encamê de ji sedî %75 jin başbûne.

Li gorî lêkolînan, bijîşkên jinan ên Alman, Danîmarkî û Spanî Ispanyol, li ser 589 jinên nexweş ên ku arêşeyên wan yên berî bikevin kincan heyî, 335 jê Alman, 133 Danîmarkî 121 Spanî, bi tedawîkirina qabsûla rûnê zimanga aşkera bûye ku ji % 80 ji wan bi temamî ji nexweşîyên xwe xilas bûne. Yên din jî % 75 baş bûne. Ceribandinên ku bi melhema rûnê zimanga li ser nexweşên Nörodermatoz ( edavgirtinên bîrov û alerjîk) hatiye kirin, ji % 100 nexweşî kewandine. Herweha lêkolînan aşkera kiriye ku çaya zimanga dohnên ser gurçikan helandiye.

Zimanga belg û kulîlkên wê jibo çayê û bizrê wê jibo bidestxistina rûn tê xebitandin. Bejna wê 15- 70 cm ye û wek şitilekê bilind dibe. Gelek çiq û şax ji wê şitilê belav dibin û dora wan bi pûrtê ve hatiye dorpêçkirin. Belgên wê yên wek zimanê ga bi rêzên tevlihev û jihevcuda rêz bûne, alîyê belgan ê derva bi nîçik û rexên wan xetxet in. Belgên jêrîn mezin ên jorîn biçûk in. Kulîlkên wê yên şînoke, mor, binevşî û leylankî wek gûşîyan şidîyayî û wek sîvankan bi hevve ne. Belgên binî yên kulîlkan bi pûrtek rengê xwelîyê pêçayî ye. Kulîlka wê 5 per û binevşî, ber bi çiman ve zirav dibe. Welatê wê derdorên Behra Spî, Marmara, Mezopotamya û Îran e. Ji wan deveran belav bûye welatên din. Herçend ên ku bejî û xwebixwe çêdibin hene jî, lê piranîya dinyayê li nav baxçan, jibo xwarin û xweşikahî, di sanayîyê de jî jibo derman çandinîya wê tê kirin. Lê yên kovî ji yên çandinî kêrhatîtir in.

1- Edav û enfeksîyonan paqij dike.
2- Wêrekîyê (cesaret) zêde dike.
3- Şîrê dayikê zêde dike.
4- Beden û hêrsbûnê diarimîne ( rehet dike).
5- Jibo sermagirtin û zekemê pir bi fayde ye.
6- Belxemhavêjek dijwar e.
7- Sotin û brînan dikewîne .
8- Agir dadixe.
9- Rêyên avrêjê û rûvikan paqij dike.
10- Li hember alerjîyên bi rûn, xurîn û avzêlkên çerm zehf bikêrhatî ye.
11- Nexweşîyên hormonan dikewîne.
12 – Bandora xwe ya depresîf heye.
13 -Kêyfxweşîyê dide, stresê tavêje, pêşîya nexweşîyên têger (bulaşıcı) digre.
14- Dohnê ser gurçikan dihelîne.
(rc)(N/J)

 

Back to top button