Arşîv

Kongreya Star Meclîsa Xwe Li Helebê Ava Kir

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd meclîsa kongreyê ya Helebê ava kir.

Bi dûrişmeya”Jina zana bingeha avakirina civaka demokratîk e”Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna 210 delegeyan konferansa xwe yekemîn li taxê li dar xist. Di konferansê de şervanên YPJ`ê jî amade bûn.

Di konferasnê de axaftin û nirxandina xebatên Kongreya Star hatin kirin. Piştî axaftinan rapora sala ne ya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd hat xwendin û nirxand li ser hatin kirin.

Piştî nirxand û pêşniyaran gelek  biryara ji bo sala 2017`an hatin girtin. Hin biryarên ku hatin girtin wiha ne:

-Ji bo azadiya Ocalan lidarxistina çalakiyên cur bi cur.

-Bîranîna hemû şehîdan.

-Xwegihandina hemû jinên taxê û jinên taxên rojhilatê Helebê.

-Vekirina navendeke taybet a raghandinê.

-Vekirina akademiyeke perwerdê li bajarê Helebê.

Paşê ji bo Meclîsa Kongreya Star a bajarê Helebê 5 jin hatin hilbijartin.

(kc)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27