Arşîv

Komîteyek Bi Pêşengiya Kongreya Star Ji Bo Çalakiyên 8`Ê Adarê Hat Avakirin

Kongira Star di çarçoveya xebatên amadekariya çalakiyên 8`ê Adarê Civînek bi beşdarbûna nûnên jin ên hemû sazî û dezgehên Kantona Cizîrê  lidar xist.

Civîn bi beşdarbûna dehan endamên jin ên partiyên siyasî, Weqfa Jin, Desteyên Rêveberiya xwesriya Demokratî, Aseyişa Jin, Hêza Parastina Civakî, jinên Ciwan, Buroya jinan a Meclisa Sûriya Demokratî, TEV-DEM, Şarederî, Meclis û komînên taxan di civînê de amide bûn.  Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê çarçeveya xebatên çalakiyên 8ʹ Adarê ku dê bêne lidarxistin hate nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de komîteyek amadekar ji 12 jinan hate avakirin. Di civînê de biryar hate giritin ku amadekarî ji 20ʹê sibatê 2017ʹan de fermî werin destpêkirin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27