Arşîv

Serpêhatiya Mirin Û Koçberî

Çeteyên DAIŞ‘ê hevjînê wê kuştin, li wêjî dan, herî dawî ew neçarî koçberiyê kirin.

Emel El-Adil a 37 salî, ji niştecihên bajarê Reqqayê ye. Emel dayika 3 zarokan (du keç û kurekî ye) e, çeteyên DAIŞ‘ê di 11‘ê Ilona 2015‘an de hejînê wê Ewad El-Nezal (38) girtin, 45 rojan ew di girtîgehên xwe de hiştin û ew êşkencekirin, paşê jî li qadekê li pêşberî her kesî serî wê jêkirin.

Emel bi dilekî bi axîn û çavekî bi hêsr besha serpêhatiya xwe ya tijî êş ki9r û got: “Em ji ber zulma çeteyan di tirsê de diyan, ma gunenên zaroka min a 3 salî çi bû ger li bavê xwe digere û wî nabîne. Dibêje ka bavê min, çima bavê min kuştin. Ma gunehê me çi ye, çima em hatin koçberkirin û em ji malên xwe hatin derxistin.”

Emel dibêje ku çeteyên DAIŞ‘ê bê sunc û sebeb davêt ser malên wan û wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ‘ê bi hinceta ku têkiliyên hevjînê min û birayê wê bi rêjîmê re hey, ew girtin. Em ji ber kiryarên çeteyan ne di ti halî de bûn, ji me re digotin ‘hûn kafir in divê hûn bên qetilkirin‘, êrîşî malên me dikirin da ku em koçber bibin. Li aliyekî din jî jinan ji ber hovîtiya wan êş dikişandin, mafên wan binpê dikirin û ew êşkene dikirin. Yek ji wan jî ez bûm, dema bihîstin ku di mala min de çixare hene, ez ceza kirim û sed qamçî li min dan.”

Emel diyar kir ku wan êdî nema dikarî hovîtiya DAIŞ‘ê tehemul bikin û neçar man û birevin û wiha dom kirm: “Ez û zarokên xwe û malbata hevjînê me, di şeveke bi dizî ji bajêr derketin û di nava du rojan de me xwe gihand gundên ku QSD‘ê rizgarkirine. Paşê şervanên QSD‘ê em gihandin kampa Eyn Îsa ya koçberên Reqqayê.”

Emel Stêf da zanîn ku ew niha di bin parastina Hêzên Sûriyeye Demokratîk de bi aramî dijî, bê tirs xew dikin.

Emel Stêf di dawiya axaftina de bang li Hêzên Sûriyeyê Demokratîk kir ku Reqqa ji çeteyên DAIŞ‘ê xelas bike.

(bb/dc)

 

Back to top button