Arşîv

Li Til Birakê Mala Jin Hate Vekirin

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Cizîrê ji bo rêxistinkirina jin û çareserkirina pirsgirêkên wê li bajaroka Til Berak,  Mala Jinê vekir.

Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Cizîrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin li bajaroka Til Berak dest bi xebatên rêxistinî kir û Mala Jinê bi merasîmeke ku rêveberiyên Kongreya Star a bajarê Heseke û bi dehan şêniyên bajaroka Til Berak tevlî bûn, vekir.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine hat destpêkirin. Paşê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Cizîrê Medya Mehmûd axivî û vekirina Mala Jinê li beşdarvanên merasîmê pîroz kir. Medya Mehmûd anî ziman ku niha jinên hemû pêkhateyan bi hev re li hemberî tundiya li ser jin tê meşandin têdikoşin û xaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê diparêzin.

Rêveberiya Mala Jinê a bajarê Heseke Neda Silêman û Rîm Bakîr Axa ku weke Rêveberiya Mala Jinê ya Til Berak hatiye diyar kirin axivîn. Axaftivanan dan zanîn ku wan li ser daxwaza jinên bajaroka Til Berak Mala Jinê vekirine û gotin:ʺ Me bang li hemû jinên bajaroka Til Berak kirin ku ciyê xwe di komîteyên Mala Jinê de bigrin û bi hev re pirsgirêkên jin çareser bikinʺ.

Deriyê Mala Jin ji aliyê dayîka Şehîd Ciwan Til Berak, Ferîde Ibrahîm ve hate vekirin.

 

Back to top button