Arşîv

`Şehîd Viyan Bi Seknekî Milîtanî Têkoşîn Kir`

“Em di salvegera çalakiya Şehîd Viyan Soran de bi rêzdarî hemû şêhîdên têkoşînê bi bîr tînin û soza şopandina xeta cangoriyên Kurdistanê nû dikin. Şehîd Viyan, têkoşera azadiyê bû ku her roj bi felsefeya Rêbertiyê tîhniya xwe dişkand û jiyanekî tijî jiyan dikir. Şehîd Viyan ku li başûrê Kurdisanê ji dayîk bûyê, di temenkî biçûk de ferq kir ku tenê bi rizgarkirina beşekî axa Kurdistanê ewlehîya civaka kurd nayê parastin. Bi ruhekî ku her çar perçeyên Kurdistanê himbêz bike tevgeriya. Bi salan têkoşîna azadiyê li gelek qadan da meşandin. Di pêvajoyên ku êrîşên herî mezin li ser Tevgera Azadiyê dihatin kirin de, bersiva herî bi wate, bi seknekî milîtanî û bi dahûrandina felsefeya Rêbetiyê, hêza têkoşînê di vîna xwe de bi hêz dikir û li dijî hemû ferasetên ku tevgera azadiyê tehdîd dikin wek sîperekê disekinî. Bi seknekî PKK’yî her roj gavên ber bi azadiyê ve davêt.

Her roj di nava hewldana ku Rêbertiyê rast fêm bike û di pratîkê de pêk bîne tevdigeriya û nerîna Rêbertiyê ya netewa demokratîk a ku di parêznameyên xwe de wek alternatîfa pergala kapîtalîst dest nîşan dike, her gotina Rêbertiyê ji xwe re wek ferman didît. Bi hewldana kûrbûyîna di paradîgmaya Rêbertiyê de gihişt astekî pêşengiyê û bi rengê jiyana xwe danasîna nerînên Rêbertiyê dikir. Di pêvajoya ku gelek aliyan dudilî jiyan dikirin de, Şehîd Viyan di aliyê fikrî de di demekî kin de zalal bibû û bê dudilî xlasiya civaka Rojhilata Navîn di avakirina pergala netewa demokratîk de dît.

Şehîd Viyan di ferqa heqîqeta felsefeya Rêber APO ya ku jin ber bi azadiya rast ve bibe de bû, wek jinekê bi heyacana ku hemû jin bibin şopdarê xeta Rêbertiyê têdikoşiya. Bi sekna radîkal û pêşeng tevlî têkoşînê dibû, qadên ku êrîşên dijmin lê dijwar dibûn berê xwe dida wan qadan. Dema ku li bakurê Kurdistanê êrîşên bi armanca îmhaya tevgerê pêş diketin û qirkirina çandî hate dest pêkirin, bi îsrarekî mezin derbasî qadên lêşkerî bû. Lê dema dît nêzîkatiyên hin aliyan ku tecrîda li ser Rêbertiyê normal dibînin û hin firsendên bi demê re dijmin bi şerê taybet li ser gelê kurd zext kiriye û bê bertek dimîne, Şehîd Viyan bersiva xwe bi agirê bedena xwe da xefleta ku dihat jiyan kirin. Heya nefesa xwe ya dawî jî dirûşmeya ‘Bijî Rêber APO’ avêt.

Şehîd Viyan di ferqa wê de bû; ger Rêbertî ji gel û tevgerê bê qut kirin, wê demê dijmin dikare encam bigre. Şehîd Viyan fermandara pêşdedîtinê ya jina ku Rêbertiyê afirandiye bû.”

Back to top button