Arşîv

Dê Navendên Perwerdeya Jinan Li Rojhilatê Helebê Vebin

Kongireya Star amadekariyên vekirina 2 navendên hînkirin û perwerdeya jinê li herdu taxên Hulok û Şêx Xidir yên rojhilatê bajarê Helebê, dike.

Kongireya Star di çarçoveya 1`emîn konferasa xwe ya di 15`ê çileya derbasbûyî li bajarê Helebê hatiye li darxistin de gelek biryarên girîng girtin. Ji wan biyaran berfirehkirina rêxistina Kongireya Star ya li taxa Şêxmeqsûd û texên rojhilatê Helebê bûn.Vekirina navenda hînkirin û perwerdeya jinê li taxên rojhilatê Helebê û rêxistinkirina wan jinan.

Têkildarî mijarê Endama Rêveber a Kongireya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman diyar kir ku ew ji bo rêxistinkirina jinên taxên rojhilatê Helebê yên hatine rizgarkirin di nava liv û tevgerê de ne. Her wiha destnîşan kir ku Kongireya Star dê ji tevahî jinên ku li wan taxan rastî zilmê hatine re piştgir be.

Hêvîn Silêman da xuyakirin ku Kongireya Star roleke mezin di rêxistinkirina jinên taxa Şêxmeqsûd de pêk aniye  û karîbû xwe bigihîne piraniha jinên pêkhateyên cuda û diyar kir ku ew hewil didin tecrûbeya jinên taxa Şêxmeqsûd veguhezînin taxên rizgarkirî yên rojhiêlatê bajarê Helebê.

Hêvîn Silêman her wiha da xuyakirin ku Kongireya Star dê di demên nêzîk de 2 navendên hînkirin û perwedeya jinan li herdu taxên Hulok û Şêx Xidir vekin û got ku ev weke pêngava yekemîn ji bo rêxistinkirina jinên wan taxan û çareserkirina pirsgirêkên wan e.

Endama Rêveber a  Kongireya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman bang li tevahî jinan kir ku li kêleka Kongireya Satr kom bibin, ji ber ku tenê Kongireya Star deriyê rizgarkirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan, her wiha bi destxistina mafên wan û hînkirina wan e.

SÎLVA MISTEFA

 

Back to top button