Arşîv

‘Çavkaniya Serkeftina Jinan, Têkoşîna Ocalan E‘

Buroya jin a MSD komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û da xuyakirin ku serketinên ku jinan bidestxistine berhmenên xwe ji ramanê Ocalan digire.

Di çaroçveya çalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Helebê civîneke li buroya xwe ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd lidar xist.

Endamên Kongreya Star, endamên Meclîsa Hevbeş a Taxê û bi dehan jin ji hemû pêkhateyên taxê di civînê de amade bûn.

Piştî rizgirtinê, rêvebera Buroya Jin a MSD‘ê Leyla Xalid axivî û komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku deweleta Tirk ji fikirê Ocalan ditirse lewma tecrîdê li ser wî zêde dike.

Leyla bi bîr xistin ku asta ku jina Sûriyê, bi taybet jina kurd gihaştiyê endamên têkoşîna Rêber Ocalan e û anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo azadiya jin têkoşîneke mezin daye meşandin.

Leyla Xalid di axaftina xwe de daxwaz li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê bike da ku Rêber Ocalan serbest were berdan û ev yek anî ziman: “Azadiya gelên aştîxwaz ji azadiya rêberê mirovahiyê ye.”

Civîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO‘ bi dawî bû.

Back to top button