Arşîv

Koalîsyona Sûriyê Li Dijî Kurdan Biryar Girt

Henîfe Hisên

Bi nêzîkbûna civîna çaremîn a Cenevreyê re aliyên ku beşdarî Cenevreyê bibin şêwra xwe dikin. Weke tê zanîn, niha serê ben di destê Rûsya de ye, Tirkiye û Îran jî ji bo ku lîstikê xirab nekin li cem xwe girtine. Bi qasî diyar dibe, heyetek wê li ser navê mixalefeta Sûriyê û heyetek jî li ser navê rejîmê beşdarî Cenevreyê bibin. Li ser vê bingehê her alî di nava xwe de nîqaşan dike ka wê kî beşdarî heyeta mixalefetê bibe.

Li gorî diyar dibe, Rûs dixwazin heyetekê ji mixalefeta Sunî û hinekan jî ji yên li derve mane, beşdar bikin. Ji bo Kurdan û hin grûbên heya niha ne bi bandor in jî di bin însiyatîfa xwe de kom bike û wan jî weke însiyatîfa Moskovê amade dike. Lê hîn nîqaş tên kirin. Tevî ku hîna pirr nediyar e ka wê kî heta ku derê û çawa beşdar bibe jî, Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ku di nav de ENKS jî heye, civîna xwe di bin rêveberiya Tirkiyeyê de li dar xist û biryar girt ku ew ê qebûl neke PYD bi ti şêwazî beşdar bibe. Ev biryar ji milê ENKS´ê ve jî hat erêkirin. Bêguman ne mumkin e ku mirov ji koalîsyona ku di hembêza Tirkiyeyê de ye, xwe li ser hîmê nijadperestiya Ereb û mezhebtiya Sunî daye avakirin û piştgiriya xwe ji AKP´ya dijminê gelê Kurd werdigire, tiştekî din hêvî bike û ew ê bibe xwedan helwesteke bi vî rengî.

Lê di demekê de ku her kes ketiye navberê da ku yekitiya Kurdan bê çêkirin, ENKS îmze avêt bin biryareke din ya li dijî partiya ku temsîla beşeke herî mezin ji Kurdên Rojava dike û di rizgarkirin û parastina xaka Rojava de bi rola xwe rabûye. Bi rastî ev biryar û gelek biryarên din ên weke vê ku ENKS beşdar bûye, qelîşteka nava Kurdan hîn mezintir dikin û hîn zêdetir beşdarî planên bi qirêj ên li ser Kurdan dibin. Êdî gelê me her roj pirs dike, ji bo yekîtiya Kurdan çêbe, gelo ENKS amade ye ji nava vê koalîsyona ku her roj destê wan dikeve xwîna gelê me, derkeve û dev ji berjewendiyên xwe yên desthilatdarî û madî berde, were beşdarî têkoşîna gelê xwe bibe? Ev pirseke mezin e li benda bersivê ye.

Ji milê din ve hem hêzên cîhanî hem jî yên herêmî dizanin ku çareserî li ser hîmê etnîk û olî çênabe. Lê dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê, dixwazin ku di nava gelan de nakokî hebin û karibin li ser vê polîtîkayên xwe bimeşînin. Ji bo wê me berê jî got, em niha jî dibêjin, mesele ne ew e ka kîjan milet bi çend kesan beşdarî diyaloga çareseriyê dibe, ya rast ew e bi kîjan projeyê dixwazin çareserî çêbe. Heta niha ti proje nînin ku li ser nîqaş çêbe. Hemû nîqaş li ser vê yekê ye, wê çawa desthilatdariyê di nava xwe de parve bikin. Niha Rûsya reşnivîsek amade kiriye û ew ê li ser vê reşnivîsê israr bike. Guman heye ku haya Rûsya ji parçekirina Sûriyê ya li gorî federesyonên etnîkî heye, bi vê reşnivîsê dixwaze pêşiya vê parçebûnê bigire. Emerîka jî li beramberî vê, mijara herêmên bi ewle xist rojevê. Ev her du nihêrîn jî wê ji bo gelên li Sûriyê çareseriyê neyînin. Projeya federesyona demokratîk ku xwe dispêrê çareseriya cografî û jiyana hevbeş, çareseriya herî guncaw e. Ji ber vê yekê koalîsyona ku ji destihilatdariyê pê ve li tiştekî nafikirê bi zexta Tirkiyeyê ev biryar da. Gelo ev biryar wê çiqasî bandora xwe di pratîkê de bike yan neke, em ê di rojên pêşiya me de bibînin. Lê em ê ji projeya xwe bi bawer bin û em ê tenê ji bo wê kar bikin.

Back to top button