Arşîv

Şoreşa Civakî Komploya 15’ê Sibatê Hildiweşîne!

Hêvî Penaber

Komploya 15’ê sibata 1999’an ku di nava gelê Kurdistanê de weke ‘Roja Reş’ tê bi navkirin, ne mîna komployeke ji rêzê ye. Ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst û desthilatdarên statukoperest Tevgera Azadiyê li hember xwe weke metirsiyekê didîtin, li dijî wê û di kesayeta Rêber Apo de komplo pêş xistin.

Bi komploya navnetewî û dîlgirtina Rêber Apo re xwestin koka azadiyê li Rojhilata Navîn bikolin. Armanca wan bê vîn û bêhêz hiştina gel bû, wisa fam kiribûn ku wê bi rêya komplo re vîna gelê Kurd têk bibin. Lê Rêber Apo bi manîfestoya xwe ya Şaristaniya Demokratîk ku bû ronahî ji têkoşîna civaka Kurdistanê re, hemû planên wan ên kirêt pûç kirin û vala derxistin.

Rêber Apo ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re hêviya jiyaneke bi wate ava kir. Felsefe û ramanê wî bûn hêlîna jiyaneke azad. Armanca hêzên desthilatdar jî ew bû ku di Rojhilata Navîn de plan û berjewendiyên xwe pêk bînin, ji bo wê jî xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo nefesa azadiyê bifetisînin û rê li ber hilweşîna serdestî û desthilatdariya xwe bigirin. Êdî ev komploya wan a ku bi girtina Rêber Apo dest pê kir, heya roja me jî bi rêbazên cuda û planên nû berdawam dike.

Dewleta Tirk jî ya ku xwe li ser komplo û bêbextiyan avakirî, bi tecrîda girankirî ya ku di kesayeta Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurdistanê dimeşîne, kiryarên xwe yên nemirovane derheqê vîna gel de didomîne. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîda girankirî ku li ser Rêber Apo dane dest pê kirin, bi gelek cureyan kûr û dijwartir dikin. Bi vê tecrîdê dixwazin vîna kurdan bi zincîran girê bidin. Lê Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna şoreşgerî ya hemdem hemû planên wan vala derxistin û berevajî komployê şoreşa civakî ava kir.

Gelê kurd jî bi xwedîderketina li Rêberê xwe û bi serxistina şoreşa azadiyê ku bûye şoreşa tevahî gelên azadîxwaz, bû bersiva herî mezin li hember komploger û dagirkeran. Êdî ne tenê gelê Kurd, tevahî Rojhilata Navîn û raya giştî ya azadîxwaz û demokrat a cîhanê dizane û fam kiriye ku felsefeya Rêber Apo li hember kedxweriyê, berxwedana ji bo avakirina jiyaneke bi rûmete.

Dîsa li aliyê din, jinan bi pêşengiya ji têkoşîna azadiyê re roleke bingehîn û stratejîk hildane ser milê xwe. Ji ber ku azadiya Rêbertiyê garantî û mayîndekirina civaka azad û bi taybet jina azad e, jinan jî ku gihiştine kûrahiya heqîqeta bîrdoziya Rêber Apo, bi ruhekî azad li hember komployê bêdeng neman. Bi berxwedana şoreşgerî, şerê çekdarî, çalakî, meş û xwepêşandanan her devereka cîhanê ji bo azadî û tacîdarkirina têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo wergerandin qadên serhildanê.

Weke tê zanîn komplo û bi awayekî fîzîkî dîlgirtina Rêber Apo dikeve 19’mîn sala xwe de û berevajî hesabên komplogeran, tevî sistem û zordariya wan jî, di hemû aliyan de Tevgera Azadiyê ku Rêber Apo mîmartiya wê dike destkeftiyên Kurdistaniyan li her devereka welat û cîhanê diparêze. Êdî gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz bi van destkeftiyan, gavên herî bi nirx ber bi lûtkeya jiyana azad ve davêjin û komploya 15’ê sibatê hildiweşînin.

Back to top button