Arşîv

Jin Bi Kopertîfan Derfetên Aborî Ava Dike

Bi armanca afrandina jiyana hevbeş û komînal, her wiha pêşxistina aboriya herêma Dirêkê, Koperatîfên çandiniyê yên taybet bi jinan dest bi çandiniya berhemên cûd kirin.

Koperatîfên Çandiniyê yên taybet bi jinên ên herêma Dêrikê ji bo pêşxisitna aboriya jinê û xurtkirina aboriya wê, her wiha afrandina jiyana hevbeş û peydakirina dahateke aborî din ji malbatê re, di nava liv û tevgerê de ye.

Koperatîfên Çandiniyê yên taybet a jinan û armancên  xwe

Komîteya aborî ya jinê ya Kongireya Star di sala 2016`an de bi armanca avakirina koperatîfên çandiniyê yên jinan, rêze civîn li bajarê Dêrikê û gundên Koçerat û Beravê li dar xistin. Di nava civînan de 3 koperatîfên hevbeş hatin ava kirin. di her koperatîfekê de 50 endaman, her endamekî bi 75 hezar L.s beşdarî kopertîfê bûn.

3

Li gor agahiyên endamên rêveber ên komîteya jinê ya Kongireya Star dane, di serî de malbatên dahata wan a aborî kêm tên beşdarî kirin da ku dahata wan bê destek dayîn. Her wiha da ku rola jinê di warê aboriyê de û geşedana aboriya herêmê de bi destên jinan xurt bibe û derfetên kar ji jinên karê wan tune re di warê çandiniyê de bên peyda kirin.

Xebatên çandiniya hilberînan berdewam e

Komîteya Aboriya Jinê ya Kongireya Star firehiyeke bi qasî 600 hiktar zeviyên çandiniyê bi awayekî wek hev li herêmên Koçerat, Berav û Dêrikê ji koperatîfên çandiniyê yên jinan re destnîşa kir. Pitşî ev firehî hatin cotkirin bi hilberînên cur be cur hatin çandin. Li herêma Koçerat ceh û genim hatin çandin, li Dêrikê genim û nîsk hatin çandin û li herêma Beravê jî piştî barîna berf û baranê koperatîfan dest bi çandiniya nokan kirin, xebatên çandiniyê li wê der hê didomin.

Armanc geşkirina aboriyê û xurtkirina rola jinê di geşedana aborî de

Endama Koperatîfên Çandiniyê Wedîe Mihemed diyar kir ku armanca sereke ya avakirina van koperatîfan ew e ku rola jinan di geşedana aboriya herêmê de xurt bibe û çanda xebatên hevbeş û komînal di nav civakê de û pêşxitina aboriyê bi hêz bibin.

2

Wedîe Mihemed wiha domand: ʺXebatên çandiniyê bi awayekî hevbeş tê kirin. Me gelek kom ava kirin ku her komek ji 7 endaman pêk tê bi awayekî nobedar di hemû xebatan de tevdigerin, em ji xebatên bevbeş hez dikin û bang li jinên Rojava dikin ku beşdarî xebatên hevbeş bibin da ku em karibin jiyaneke komînal avabikin û aboriya malbatê û aboriya herêmê pêş bixin.ʺ

(K. H/rr)

 

Back to top button