Arşîv

Cejna Newrozê ya 2017’an pîroz be

alakongrastar

Em vê Cejina newrozê di serî de li avahîsazê azadiyê Rêber APO pîroz dikin. Her wiha em vê cejnê li tekoşerên azadiyê yên ku di çeperên pêş de li dijî zihniyeta faşîst tekoşînê didin meşandin jî pîroz dikin. Em di kesayeta şehîdê mezin Mazlûm Doxan de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Newroza azadî û wekheviyê li tevahiya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pîorz be.

Bi destpêkirina tekoşîna PKK’ê ya di sala 1970’êyan de ku hate avakirin, danîna bingehê ji nû ve rexistinbûna gelê kurd li dijî sîstema desthilatdariya faşîst, pêngaveke girîng e. Ji bo gelê kurd ev pêvajo wek pêvajoya şikandina çemberên koletiyê ku bi darê zorê li ser gel hatiye ferz kirin, mirov dikare pênase bike. Di berxwedana zîndana Amedê de çirûskên agirê Newrozê careke din bi pêşengiya çalakvan û Şêhidê mezin Mazlûm Doxan hate pêxistin. Ev çirûska agirê Newrozê li her perçêyên Kurdisatnê belav bû. Bi agirê ji bedena Zekiye Alkan, Ronahî û Bêrîvanan asta tekoşîna azadiyê gihşt lutkeyê.

Rêber APO jî cejina Newrozê wek roja azadiyê ji bo gelê kurd pênase dikir. Di Sala 2017’an de ji her demê zedetir em nezî azdiyê ne. Li bakurê Kurdistanê êrişa hovane ya dewleta tirk li ser tevgera azadiyê nefesa xwe ya dawiyê dide û distîne. Hemû êrişên tên kirin bersîva xwe digrin û her roj dewleta dagirker ber bi lewaziyê ve diçe. Em di wê baweriyê de ne ku Newroza îsal wê bibe newroza azadiya Rêber APO, hevgirtin û wekheviya gelan.

Êdî em gihiştine pêvajoya herî nêz a azadiyê. Encama berxwedana rojavayê Kurdistanê ya bi îlankirina Federasiyona Demokratik ya Bakurê Suriyayê gihiştiye lutkeyê. Bê guman em nikarin destkeftiyên niha ji tekoşîna çil salên dawiye qut bikin. Bingehê serkeftina vê pêvajoyê, bi saya şehîdên mîna Heqî ,Kemal, Mazlûm Berîtan û Sarayan hatiye misoger kirin.

Em wek Kongira Star careke din Newrozê li afrînerên wê rojê û tevahiya gelê berxwedêr pîroz dikin.Wê newroza 2017 bibe newroza azadiya Rêber APO û tevahî gelên Rojhilata Navîn.

Back to top button