Arşîv

‘Abdullah Ocalan ronahiya hebûna gelê kurd e’

“Ronahîya xeta azadîyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e

Bi hezaran sal li ser dîroka hişmendîya bavîksalarî derbasbû. Ev hişmendî ku ne tenê mirov, di heman demê de jî mafê tevahî zindîyan bin pêkiriyê. Her çiqas pir caran hewldanên dîrokî û bi rumet a derdorên azadîxwaz xwestibin şarîstanîya modernîteya kapîtalîst vegerînin xeta civaka azad, axlakî û polîtîk jî, ji ber ne rast tehlilkirina rastîya civakê bi paradigmaya azadîya jin, demokrasî û aborîya komunal, bun amurek di destê pergala modernîteya kapitalist de. Lê civaka demokratîk tu car ji daxwazîya jiyanêk azad lêvenegerîya û pêşengên xwe di her serdemê de derxist holê.

Di 4 Nîsan’a 1949 li gundê Amara ya giredayî bajarê peyxamberan Rihayê zayînek nû ji bo bersîva ev hêvîyên civakan bi rojbuyîna Rêberê gelan Abdullah Ocalan wek şansekî pir mezin derket li ser dîka dîrokê.

Ev zayîn di derguşa mirovahîyê de çavê xwe vekir, ev zayîn bû rojeke ronahîyê, roja hebûnê di ve rojê de gav bi gav li ser riya azadiyê xewnên azad ên zarokan hatin hunandin. Zayîna civaka azad, zayina vejîna jinê jî li ser vê esasê wateya jîyanê ku temamkirin û tevlîbûyîne bi xwe re anî.

Rojbuna Rêberê gelan Abdullah Ocalan di heman demê de bû mîlada jiyana azad û di şexsê wî de bû gelekî ku carek din meşaleya azadîyê ya ku mîrasa mirovahîyê ye wergirt. Rastîya fikir û felsefeya gelekî berxwedêr bû tirs û xofa herî mezin di dilê dagirkerên hemdemê de.

Di wê wateyê de em rojbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan di serî de di şexsê Dayîka Uveyş de li hemu dayîkan, jinên tekoşer, Şehîdên têkoşîna azadîyê û hemû gelên demokratîk re pîroz dikin. Şewqa ku li 4 Nîsanê li Rojhilata Navîn hilat îro li seranserî cîhanê serdemekî nû ya jîyana azad û xweşîk ronî kir û wê her tim bi çembera fedayî ronî bimîne.”

Back to top button