Arşîv

Jinên Qamişlo piştgirî dan girtiyên di gireva birçîbûnê de

Kordînasyona Kongira Star piştgirî da çalakiya gireva birçîbûnê ya Bakurê Kurdistanê. Têkildarî mijarê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi beşdarbûna dehan jinên endamên partiyên siyasî, sazî û dezgehên bajarê Qamişlo li ber avahiya Kongreya Star a bajar hate xwendin.

ʺDaxuyaniya ji bo rê hevalê di gireva birçîbûnê de

Gireva birçîbûnê ya bê dem û bê sînor ku di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ketiye roja xwe ya 58ʹan. Çalakî li beramberî pêkanînên derveyî mirovahiyê ku ji aliyê hukûmeta AKP`ê di zindana de pêk tê. Tecrîda giran li ser Rêber APO hatiye ferizkirin jî dewam dike. Lİ dijî destdirêjî û siyasetên dewleta Tirk di zindanan de berxwedaniya bê hempa hatiye dest pêkirin. Rewşa berxwedanvana gihiştiye asta şehadetê lê hezên ku xwe bi nave mirovahî pênase dikin, hîn jî bê helwestin, ji ber vê yekê jî hovîtiya AKPʹê ya li ser girtiyan zêdetir dibe. Bi riya raferandoma 16`ê Nîsanê dixwaze di girtîgeha û li derve qirkirina kurdan û daxwaziya aştiyê û demokrasiyê tune bike û tu bersiv ji bo rewşa girtiyan nayê dayin. Berovajî wê hîn zêdetir zext û êşkence li ser girtiyan tê kirin ji aliyekî din ve bê dengiya civaka navnetewî li beramberî van kiryarên heyî ku girtî bi mirinê re rû bi rû dimînin.

Em wekî rêxistin û saziyên jin û kongira star ji bo rewşa zindanên Tirkiyê werin başkirin û tecrîd û îşkence ji ser hemû girtîgehan rabe, em bang li hemû sazî û rêxistinê mafê mirovan û civaka navnetewî û bi taybet CPT dikin ku helwesta xwe diyar bikin û ji rewşê re mudaxeleya lezgîn pêk bînin. Her wiha em bang li hemû aştîxwaz û dozdarên demokrasiyê dikin ku dengê xwe bilind bikin û piştgirtiya berxwedana zindana bikin. Em jî dibêjin ku em ê asta berxwedanê û tekoşîna ji bo azadiya Rêberê xwe û gelê xwe bilind biki. Em ê ji bo azadiyê tu carî gavan paş de neavêjin.ʺ

Back to top button