Arşîv

Piştgirya berxwedana girtiyan didome

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan konê piştgirya bi berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên AKP‘ê de û piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyan re nîşan dan.

Çalakiya piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî yên ev 63 roj in di girava birçîbûna ya bê dem û bêdorveger de ne, duh li pêşiya avahiya Meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo dest pê kir û konê piştgiriyê hate vedan.

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Cizîrê Henîfe Mihemed jî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku hemû jinên Bakurê Sûriyê destekê didin girtiyên siyasî û wiha got: “Em wekî Kongreya Star piştgirya girtiyên siyasî yên ev 63 roj in di giravê de ne dikin û em ê heta dawiyê piştgiriya xwe bidomînin.ʺ

Henîfe Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku destwerdanê bike û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd re deyne.

Back to top button