Arşîv

Kongreya Star: Dê Çarşema Sor bibe bingeha aştiyeke mayînde

“Îro li Kurdistanê pêvajoya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di heman demê de ji bo gelê me yê Êzîdî jî pêvajoyeke stratejîk e. Di wê wateyê de Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye.  Cejna Çarşema Sor, di aliyê xwe yê dîrokî, civakî û jiyana bi rûmet a aştiyane de roleke girîng  lîstiye. Di vê qonaxa dîrokî de, wateya Cejna Çarşema Sor a olî, civakî, dîrokî û xwedî derketina li cih û warên bavûkalan li ser me teva ferz dike. Di têkoşîna gelê kurd a ji bo demokrasî û azadiyê de, mîna her baskê civakê, di serî de jinên Êzîdî û civaka Êzîdî rolek diyarker lîstine.

Hêz da şoreşa jin a ku li Bakurê Suriyê û Rojava bi Pêngava Xezeba Firatê ku di heman demê de pêngavekî ku di bin fermandariya  jinan de wekî ‘tolhildana jinên Êzîdî’ tê birêve bibin.

Cejna çarşema Sor bûye xeleka dostanî, hevkarî, aşîtî, biratî û jiyana hevriyê ya dilsoz.

Em Cejna Çarşema Sor li civaka Êzîdî û tevahiya gelê kurd pîroz dikin. Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde ya nava hemû civak û gelan.

Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke Kongra Star, Cejna Çarşema Sor li civaka Êzîdî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.ʺ

Back to top button