Arşîv

Em xwedî li xwezaya xwe derkevin’

AMED- Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Feyziye Sumerê li dijî şewitandina daristanên li Şirnex, Licê û Dêrsimê banga tevgerê kir û wiha got: “Li Kurdistanê her zindiyê tê şewitandin ji nûve şîn dibe. Divê em xwedî li xwezaya xwe ya ku wek gelê Kurd bi înate derkevin, derkevin”

Di demên dawî de li Şirnex, Licê û Dêrsimê şewitandina daristanan bû sedema tinebûna gelek zindiyan. Gelê ku xwest bi derfetên xwe şewatê vemirînin ji aliyê cendermeyan ve tên astengkirin. Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Feyziye Sumerê der barê mijarê de nirxandin kir û got divê li dijî vê komkujiyê deng bê derxistin û banga xwedî derketina li xwezayê kir.

 

‘Hewl didin gel bidin koçberkirin’

Feyziyeyê daxuyakirin ku li Kurdistanê her sal daristan tên şewitandin û got: “Ev şewat bi zanebûn tên derxistin. Li gorî salan raporên şewatan jî hene. Li gorî raporan texrîbatên cidî pêk hatine. Daristanên Kurdistanê yên hatine şewitandin wek gelê Kurd dîsa xwe zindî kiriye. Yekane sedema şewatên derdikevin hene. Hewl didin gelên wir bidin koçberkirin.”

Feyziyeyê di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku li çiyayên Kurdistanê 20 hezar cureyê zindiyan heye û got di daristana tê şewitandin de bi hezaran cureyên zindiyan tine dibe û got divê em xwedî li xwezaya xwe, cîhana xwe derkevin.

 

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27