Arşîv

jinên Minbic daxwaza eşkerekirina tenduristiya Ocalan kirin

MINBIC – Jinên bajarê Minbic banga têkoşînê li dijî komploya nemirovî ya derheqê Rêberê aştî û mirovahiyê li jinên berxwedêr kirin. Her wiha daxwaz li civaka navewletî kirin ku fişarê li Tirkiyê bike da ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan eşkere bike

Jinên bajarê Minbicê daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û daxwaz kir ku rewşa tenduristiya Ocalan bê eşkerekirin, her wiha tecrîda li ser hatiye ferzkirin hat şermezarkirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclîsa Jin a bajarê Minbicê û gundewarên wê, ji aliyê nûnera beşê têkliyên dîplomasî ya Meclîsa Jinê Henai Şerîf ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat:

“Di nava şert û mercên heyî de, em dibînin ku hê hovîtiya dewleta Tirk derheqê Rêber Abdullah Ocalan û li dijî fikir û felsefeya wî ya ji bo netewa demokratîk, biratiya gelan û wekheviya di navbera hemû beşên civakê de, didome. Hikûmeta Tirkiyê texmîn dikir ku ew dikare roniya ramana azad vemirîne, lê di encama serkeftinên li Bakurê Sûriyê hatine pêk anîn de, vala hate derxistin. Encamên van serkeftinan bandoreke erênî li tevahî Sûriyê kir, lê belê li rojhilata navîn û giştî cîhanê hat belavkirin.

Ji ber vê yekê, tecrîd li ser Rêber Ocalan ferz kir. Em bi navê jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê domandina tecrîdê û komploya navnetewî ya derheqê Rêber Abdullah Ocalan de şermezar û protesto dikin. Rêber Ocalan ji bo azadiyê û demokrasiyê li ber xwe da û hê jî di zîndanên dewleta Tirk de li ber xwe dide. Ocalan rêhevalê jina azad e, lewma jî em dibêjin jiyan bê ew kesê em fêrî xwerêxistinkirin û jiyanê kirine, nabe. Ocalan em fêr kirin ku çawa rêberê xwe rizgar bikin, wî rola me ya rasteqîn a pêşeng vegerand û em gihandin rêya azadiyê.

Em soz didin Rêberê xwe emê çalakiyan bidomîn in û li ber xwe bidin heta em bibînin ku Rêbertî dinav me de ye. Em bi wêrekî ji her kesê ku hewil dide Rêberê me hedef bigre re dibêjin: Na.

Em her wiha bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê komploya nemirovî ya li dijî Rêberê aştî û mirovahiyê, li berxwe bidin û tevbigerin. Her wiha bang li hemû dewletên cîhanê dikin fişarê bidin ser hikûmeta Tirkyê da tenduristiya Rêbertiyê eşkere bike û tecrîdê rake.

Bijî jina azad.

Bijî Rêber Abdullah Ocalan

Di dawiya daxuyaniyê de, jinên beşdarî xwendina daxuyaniyê bi yek dengî gotin:“ Bişke komploya navnetewî, bişke bişke bişke.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27