Arşîv

Girtiyên jin ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

 Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Hejmara 1’ê ya Kandirayê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiyên ku ji ber gefên li tenduristî û ewlekariya Ocalan hatin xwarin dest pê kirin, didomin.

Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Hejmara 1’ê ya Kandirayê yê bajarê Kocaeli ragihandin, ku ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtiyên jin gotin, ew ketine greva birçîbûnê ya sê rojan û îro di roja duyemîn de ne.

Back to top button