Arşîv

Çandeke ku jiyana xwecihbûnê lê tê ferezkirin: Şewaqî

 Şewaqiyên eşîra kurd ya Koçer-Elewîne, li Dêrsîmê di alî çandî de têkoşîna hebûnê didin. Şewaqiyên ku jiyana xwecîhbûnê li wan tê ferzkirin, diyar dikin ku yekane derfeta wan jiyana di nava xwezayê de ye.
Dewlet li herêma Dêrsîmê ji bo faliyetên zozanan biqedînin, li Şewaqiyan jiyana xwecihbûnê ferz dike. Hediye Erdogan diyar kir ku li tu derê ji bo mêrgan pere nayê girtin û got ji sedî 20’ê pereyê ji bo zozanan didin wek bac didin dewletê.  Alev Demîrêr jî da zanîn ku dewlet dîroka çûyîna zozanan diyar dike.
Alev demîr ji Pilemûrê ye keça malbatek Kirmanc e. Di 15 saliya xwe de tê zewicandin û diyar dike ku 26 salan de gelek tişt guheriye. Êdî telefonên wan hene û bi panelên enerjiya rojê şarj dikin. Alevê daxuyakirin ku tu car bermaberê keda xwe nagirin û wiha pê de çû: “Her tiş biha bûye.  Berê tiştên din zehmet bûn. Niha em nikarin rûn û penîrê xwe bi  bihayek baş bifroşin.  Mînak hiriya me her tim di bin rojê de ne em nekarin bifroşin. Ew jî pere nake. Kirêkirina kamyonekê  hezar û 300 lîra ye. Em di cihekî de bi şansin ew jî di xwezayê de jiyane.”
Rojek jinên Şewaqî
Alevê daxuyakirin ku havînê li zozanan jin zêdetir dixebitin û zivistanê jî mêr dixebitin.  Zivistanê koçî gundên Çemîşgezekê dikin û mêr konên sewalan paqij dikin, êm ê pez didinê, berfê paqij dikin û  jin jî malê paqij dikin û xwarinê çêdikin.
‘Dewlet hewl dide neçarî jiyana xwecihbûnê bike’
Li gund sê malbat hene. 9 kes lê ne. Bi şev li dora sobeyê tên cem hev û behsa hewldanên dewletê yên li ser wan dikin jiyanê dikin. Hediye Erdoganê  got dewlet desturê dide ku derkevin zozanan û ji ber vê jî em nekarin xwe bigihînin zozanên baş. Hediyeyê wiha got: “Îcrayên me gelek bilindin. Pereyê em didin gelek zêdeye. Zozanên di bin tasarufa dewletê de ye, îcrayên wan bilindin. Delwet ji her zozanî ji sedî 20 parê digire.  Berê ji bo zozanan pere nedihat dayîn.  Li Elezîz û Erzînganê hîna jî nayê dayîn.”
Jina bi navê Makbule ya 61 salî jî diyar kir ku  hem mirov û hem jî hewa gelek xerab bûye û got berê zivistanan metreyek zêde berf dibarî niha gelek kêm bûye û  got: “Bendav tên çêkirin. Hewa guheriye. Leşker daristanan dişewitînin.  Bandorek mezin li xwezayê kiriye.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27