Arşîv

‘Hilweşandina pergala Îmralî’ye hilweşandina tûndiya li ser jinê ye’

Kongra-Star  di çarçoveya çalakiyên roja 25’ê Mijdarê roja tekoşîna hemberî  tundiya li ser jinan bi diruşmeya “Hilweşandina pergala Îmralî’ye hilweşandina tûndiya li ser jinê ye” wê ji roja 5’ê mijdarê dest bi çalakiyan bike û wê heta roja 25’ê Mijdarê bidomîne.

 

Berdevka Kongreya Star a Rojava-Bakurê Sûriyê Evîn Siwêt diyar kir ku em ê bi diruşmeya “Hilweşandina pergala Îmralî’ye hilweşandina tûndiya li ser jinê ye” di roja 5’ê mijdarê dest bi çalakiyan bikin û da zanîn ku dê çalakiyên wan heta roja 25’ê Mijdarê jî dewam bikin.

 

Evîn Siwêd her wiha destnîşan kir ku di roja 25’ê Mijdarê de li hemû cîhanê jin çalakiyan lidar dixin û wiha dom kir: “Em wekî jinên Rojava jî em ê çalakiyên xwe ji 5’ê mijdarê ve bidin destpêkirin.  Çalakiyên  me wê li hemû herêmên Bakurê Sûriyê werin lidarxistin.  Jinên ji hemû pêkhateyan wê cihê xwe di nava çalakiyan de bigrin. Di bernameya me de semînêr û belavkirina belavokan jî heye. Dê semînerên bi zimanê erebî û kurdî jî werin lidarxistin. Di roja 25’ê Mijdarê de jî wê gelek li sê herêman meşên Cizîrê, Firat û Efrînê meşên dirêj werin lidarxistin.”

 

Siwêd di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku  armanca wan a van çalakiyan jî ew ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyar bibe û wiha got: “Armanca çalakiya me ew e ku em sîstema Îmraliyê hilweşînin û azadiya Rêbertiyê pêk bînin.”

 

Evîn Siwêd her wiha destnîşan kir ku çalakiyên wan wê bi diruşmeya Hilweşandina pergala Îmralî’ye hilweşandina tûndiya li ser jinê ye” werin lidarxistin û wiha got: “Bi hilweşandina pergala Îmraliyê wê tundiya li ser jinê jî bi dawî bibe, lewma emê ji bo tunekirina pergala Îmralikyê tekoşînê bidomînin.”

 

Evîn Siwêd her wiha destnîşan kir ku ewê pergala Îmralî hilweşînin û tûndiya li ser jinê  hatiye meşandin bi dawî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber rewşa Rêber APO ne zelal e tecrîta li ser tecrîta li ser tê ferizkirin. Heya ku rewşa wî neye zelal kirin,  em agahiyan jê negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.   Ji ber Rêber APO gelek tekoşîn ji bo azadiya jinê daye meşandin. Bi fikir û felsefeya xwe jin kiriya hêzeke mezin ku di nav hemû xebaten jiyanê de cih digre.”

Back to top button