Arşîv

Serkeftina Projeya Federaliyê serkeftina jinê ye

Bi nêzîkbûna hilbajartinên Hevserokên Meclîsên Belda, Navçe û Kantonan ên ku wê di 1’ê Çileyê de li seranserî Rojava û Bakûrê Sûriyê pêk were,  kar û barê hilbijartinê bi lez dibe.

 

Endama Koordînasyona Kongra Star Felek Yûsif derbarê rol û armanca  projeya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Suriyeyê de axivî û destnîşan kir ku dê serkeftina projeya Federalî bibe serkeftina jinê.

 

Kongreya Star pêşengtiya federaliyê dike!

 

Endama Koordînasyona Star Felek Yûsûf wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em niha di pêvejoyeke girîng de derbas dibin. Pêvajoya hilbijartinên Federaliya Bakûrê Suriyeyê weke destkeftiyên jin û gelan in. Ji bo vê yekê jî em wek Kongreya Star ji destpêka pêvajoyê de me cihê xwe di nava Komîteya Amadekariyê de girtiye. Em jî weke rêxistineke jin dixwazin rola xwe di avakirina sîstem û pêşeroja xwe de bigirin. Çawa ku şervanên me cihê xwe di qada leşkerî de girtin û bûn sembol ji tevahî jînên cîhanê re, divê ku em jî weke Kongra Star di avakirina pêşeroja xwe de pêşengtiya serketina pêşeroja xwe bikin.”

 

‘Erka jinê ya danasîna federaliyê ye’

 

Felekê axaftina xwe domand û wiha got: “Em niha cihê xwe di nav komîteyê de digirin, em civînan ji bo gel, jinan di nav navçeyan  û bajêr de li dar dixin. Em sîstema Federaliyê didin naskirin.

 

‘Serok Apo rêhevalê jinê ye’

 

Felekê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serkeftina hilbjartinan, serkeftina jinê ye. Ev projeya jî sîstema Netewa-Demokratîk, projeya Serok Apo ye. Serok Apo rêhevalê jinê ye. Serok xwediyê fikir û Felsefeya azad e. Ji bo mirovahiyê ked û xizmeteke bê hempa daye meşandin û hîn jî dide. Her wiha berxwedanek mezin di zindanê de li hemberî dijmin  dide  meşandin. Em  ji Serok Apo fêrî berxwedan û îradeyê bûn. Serok Apo tu caran ji kesî re serî netewand. Ji bo vê yekê jî divê em xet û azadiya serok bi ser bixînin û xeta ku em bigihêjin ev e, civakeke bi ehlaq û polîtîk e. Ev yek jî di rêya projeya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê de  derbas dibe û serkeftina vê projeyê jî dê bibe serkeftina jinê.”

Back to top button