Arşîv

‘Pişavtina ol bi hedefgirtina jinan dest pê kir’

Li Kurdîstanê mirov dikare şopên her baweriyekê bibîne. Li navçeya Elbaxê dayika Hediye der barê cîrantiya xwe ya bi Yahudiyan re axivî û got ku bi cuhdahiya di navbera olan de şer hatine destpêkirin.

 

Kurdistanê di dîrokê de ji her şaristaniyekê re malovanî kiriye. Bêgûman li Mezopotamyayê gelê ji baweriyên cûda jî derbas bûne. Şopên Ermeniyan,Yahudiyan û Hiristiyanan hîna li ser vê axê hene û mirov dikare bibîne. Kesên ku şahidiya yekitiya van olên cûda kirin e jî bêgûman hene. Dayika Hedîye Uyar (90) salî di nav yahudiyan de mezin bûye û jiyana xwe tev di nav Yahudiyan de derbas kiriye.  Dayika Hediye ji me re qala yekitiya baweriyan kir û dibêje ku li Elbaxê herî zêde Yahudî hebûne. Lê ji bo ku ola xwe biparêzin Elbax terikandine.

 

‘Em wekî kesên ji yek malbatê bûn’

 

Her çiqas bi dagirkirina Mezopotamyayê re hin bawerî ji ser vê erdnîgariyê hatinbin paqijkiirn jî  hîna şahid û şopên wan hene. Dayika Hediye jî yek ji wan şahidan e. Dayika Hediye diyar kir ku bi cudahiya di nava olan de  şer hatiye destpêkirin û wiha got;”Elbax tijî yahûdî bû. Herî zêde Yahudî li ser vê axî dijiyan û kesên herî dewlemend bûn. Ez li malek yahudiyan ji dayik bûm. Bi rastî kevneşopî û çanda wan pir dewlemend bû. Her rojên şemiyê diçûn dêrê ayîn dikirin. Her mehê 3 roj rojî digirtin. Rojek wan hebû.  jê wê rojê re digotin roja mezin. Ji bo roja mezin rojî dihat girtin. Cîraniya bi wan re pir xweş bû. Gek kesên dilovan bûn. Em wekî xwişk û birayan dijiyan. Di meha nîsanê de cejin pîroz dikirin. Wê cejinê jî 8 rojan berdewam dikir. Di roja cejnê de nanê bê xwê dixwarin û xwarinên bi rûn nedixwarin.”

 

‘Hemû tiştên me hevpar bûn’

 

Hediyeyê bi lêv kir ku berê yekitiya olan hebû û got ku niha mirov bûne dijminên baweriyên hev û wiha berdewam kir; “Me bi hev re jiyaneke pir xweş rêve dibir. Di rojên cejnên wan de em diçûn cejnên wan me cejnên wan pîroz dikirin. Em diçûn dewatên hev. Me bi hev re govend digirt. Me xweşî û nexweşî bi hev re parve dikir. Cîraniya bi wan re gelek xweş bû. Di wî wextî de yekitiya baweriyan hebû. Mîna niha nebû. Niha mirov li gorî baweriyan cûda tên dîtin. Lê wê wextê tiştekî wisa tune bû. Xwarinên me û vexwarinên me bêyî hev nedibûn. Yekitiya olan aramî dida mirov. Lê niha li ser navê ol mirov tên qetilkirin.”

 

‘Pişavtina ol bi hedefgirtina jinan dest pê kir’

 

Hediyeyê bal kişand ser jinên yahudî û got ku pişavtina olan bi hedefgirtina jinan hat pêkanîn;”Jinên yahûdî gelek xweşik bûn.Ji ber xweşikbûna wan her tim jinên yahûdî dibûn hedefa mêrên misliman. Yahudî her tim bi hev re dizewicîn. Keçên xwe tu car bi ji olên cuda re nedidan zewicandin. Piştî ku 3 keçên wan ji aliyê misilmanan ve hatin revandin,  hedî hedî bar kirin û bi terika ji ser vê axê tetbîra xwe girtin. Ji bo wan zewaca bi misilmanan re dihat wateya pişavtina ol. Ji bo parastina ol wan Elbaxê terik kir.”

 

‘Li ser goristanên wan avahî û qereqol hatin çêkirin’

 

Hediyeyê herî dawî da zanîn ku piştî çûyina yahudiyan li ser goristanên wan mal hatin avakirin û wiha berdewam kir;”Li gel çûyina yahudiyan nirxên wan tune hatine hesibandin. Piştî çûyîna wan em gelek xemgîn bûn. Mirov dibê perçeyek ji hev. Me jiyaneke xweş bi hev re derbas kir. Piştî ku çûn bermahiyên wan hedef hatin girtin. Yahudî li hemberî goristanan gelek rêzdar bûn. Ji bo wan goristan nirxek bû. Lê mixabin piştî ku ew çûn li ser goristanên wan mal, qereqol û avahî hatin avakirin.”

Back to top button