Arşîv

Meşa Qereçox bi dirûşmeyên domandina têkoşînê bi dawî bû

Meşa ku Kongreya Star ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê organîze kiribû, bi axaftinên jinan bi dawî bû.

Bi hezaran jinên ji hemû bajar û navçeyên  herêma Cizîrê li çiyayê Qereçox a dikeve herêma Koçeratan a herêma Dêrikê amade bûn û beşdarî meşê bûn.

 

Meşvanan bi dirûşmeyan berxwedana Îmraliyê û têkoşîna jina Bakurê Sûriyê silav kirin. Piştre daxuyaniyek hat dayîn. Her wiha ji aliyê Desteya Niştîmanî ya Erebî Ebîr Ebdo, Partiya Markisî ya Lînînî Şengul Koza, bi navê YPJ′ê Mihabad Koc, bi navê jinên Suryanî Îlham Îsa û Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Perwîn Mihemed Emîn axivîn.

derik-mesa-qerecox-bi-dawi-bu-2-300x200

Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û hersê xwîşkên Mêrabal ku wekî sembolên têkoşîna li dijî tundiyê têne binavkirin, hatin bîranîn.

 

Her wiha hat zanîn ku di aloziya Sûriyê jin rastî gelek cureyên tundiyê hat û hat gotin ku jin li Bakurê Sûriyê beşdarî hemû qadên jiyanê bûye û li dijî terorê şer kir.

Axaftvanan soza domandina têkoşînê dan.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, bi dawî bû.

 

 

Back to top button