Arşîv

Li Qamişlo girava birçîbûnê dest pê kir Dîmen

Kongreya Star ji bo zelalkirina rewşa  Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi durişmeya “Sond em ê pêrgala Îmraliyê parçe bikin” li bajarê Qamişlo gireva birçîbûnê dest pê kir.

Ji bo girava birçîbûnê li Taxa Enteriyê kon hate vegirtin, ev kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û alên Kongreya Star, YPG û YPJ’ê hate xemilandin.

Îro 70 kes tevlî vê giravê bûn û rojane dê were dewrkirin ango kesên din li şûna wan bikevin nava girava birçîbûnê.

Hin kesên ku tevlî vê çalakiyê bûne ji ANHA’yê re nerînên xwe anîn ziman.

Leyla Ahmed (47) got “Em heta ku agahiyekê ji serokê xwe nebigrin em ê nesekinin. Em ê  çalakiye xwe berdewam bikin. Azadiya Rebêr APO azadiya hemû jinên cîhanê ye.”

Çalakvana bi navê Welîda Îbrahîm (33) bêdengiya saziyên mafên mirovan û CPT li hemberî v rewşê şermezar kir û got “Ev du sal in ji serokê navnetewî çi agahî nayên girtin. Em saziyên mafên mirovan ku dengê xwe dernaxin sûcdar dibînin. Ji bêdeniyê re êdî bes e.”

Hamdiya Mihemed (55) jî helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirk anî ziman û ev tişt got: “Çi sînor hebe em ê nas nekin.”

Hamdiya bang  li hemû hêzên navnetewî, CPT, saziyên mafên mirovan û aliyên ku behsa demokrasiyê dikin, kir ku rewşa Ocalan zelal bikin.

Çalakiya girava birçîbûnê ku îro dest pê kir wê hetanî sê rojan dewam biKE

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27